08 oktober 2023

Mihî pê li berxwe xwe nake

Dinyayê terora Hamasê ya li hemberî Îsraîl û xelkê sivîl mahkûm kir, Tirkiyê û Îranê nekir.

Îranê eşkere êrîş û wahşeta Hamasê kir pîroz kir, meleyên devbixwîn jê ra li çepika xistin.

Erdogan qetlîam wek meleyên Îranê eşkere pîroz nekir, lê ev terorîzma mezin mahkûm jî nekir, bi fêlbazî got ”dibê alî li hev werin.”

Fena ku Hamasê bi sedan însan nekuştibin, bi hezaran birîndar nebûbin, bi hezaran fuze navêtibin ji bajarên Îsraîl da.

Ev jî bi fisgenîkî piştgiriya Hamasê ye. Mihî pê li berxa xwe nake. 
Hamas berxa Erdogan e, helbet ewê li dijî teror û qetlîamên Hamasê derneyê. Di êrîşê da bi Îranê ra miheqeq tiliya Tirkiyê jî heye.

Mêrik însên bi pembo şerjê dike, îşê xwe baş dimeşîne.
Him endamê Natoyê ye, him mezin û fînansorê Hamasê û Hizbulahê ye.
Her kes viya zane, lê kes pê nikane.
Amerîka, NATO zane Erdogan ji Îranê bêtir piştgiriyê dide Hamasê, nûnertiya Hamsê li Tikriyê heye, serokê Hamasê mîvanê Erdogan yê herî ezîz e.

Rojava, Amerîka, NATO viya zanin, lê ji ber tirsonekî û bêxîretiya xwe newêrin dengê xwe bikin.

 PKK li Anqerê teqîneke bêzirar kir, pozê tirkekî xwîn nebû. Erdogan qiyamet rakir, bû wek lokekî hêc, kef û kopik bi dev ket, ferman li kurdan rakir, bi rojan Kurdistana Rojava, jêrxaneyên bajaran bombebaran kirin. 

Lê ji vê qetlîam û terora Hamasê ya mezin ra nabêje êrîşeke terorîst ye, mahkûm nake.

Nabêje, çimkî ew û Hamas yên hev in, dê û dot in.
Heger PKKê eynî tişt li Tirkiyê kiriba Tirkiyê nuha bi hezaran kurd kuştibûn, li Kurdistana rojava kevir li ser kevir nehîştbû. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE