09 oktober 2023

Saf mebin, şûr kalanê xwe nabirre !

Li çend bajarên Swêd ereban, hin misilmanan qetlîama Hamasê li Îsraîl kir bi pesin û halanan pîroz kirin.

Lê ev pîrozbahî li Swêd tenê çênebû, li gelek welatên din jî, li Amadê Hudaparê jî kuştina bi hezaran însanî pîroz kir.

Rebenên siyasetmedarên swêdî bi piştgiriya vê wahşetê matmayî man.
Siyasetmedarên siwêdî pir saf in, heta totikvala ne. Ereban, îslamîstan, misilmanan ji bin da nas nakin. Însan hewqasî jî saf, hewqasî nezan nabe.

Erebê, îslamîstî li dijî vê qetlîamê be tune. Hamasê ne hezar, sedhezar, milyonek cihû bikuşta filistînî, ereb û misilman ewê bêtir kêfxweş bibûna.

Çimkî Hamas dibêje gerek Îsraîl nemîne, gerek cihû ji wir koç bikin.
Yanî qirkirina cihûyan hedefa Hamasê û îslamîstan e.

Ka kîjan partiya tirk û kurd, kîjan serokê tirk û kurd ev terora Hamasê şermezar kiriye?

Bêdengmana serokên kurdan ez matmayî hîştim, ez xeyalşikestî kirim.

Tu serokekî tirk û kurd ev wahşet protesto nekiriye, ya pîroz kirine, ya jî bêdeng in.

Min nedîtiye partiyeke tirk, kurd, serokekî tirk, kurd êrîş, kuştina bi sedan însanên sivîl mahkûm kiribe.

Yanî êrîşê, kuştina bi sedan însanên swîl, yên ham û tam rast dibînin, lê ji ber oportunîstiya xwe eşkere nabêjin, xwe bêdeng dikin. Giş yên hev in, saf nebin, şûr kalanê xwe nabirre. 
Tu ferqa Muhammed ed-Dayf, Îsmaîl Hennîyye û Mahmûd Abbas tune ye. Giş çêlikê makekê ne.

XXX

Hin kes dibêjin efendim filan kes, filan partî, filan serok çima li hemberî terora Hamasê bêdeng in, çima vê terora hovane, vê qetlîama sivîlan mahkûm nakin?

Heyran pêşiyên me gotine, kûçik pê li dêla kûçik nake, kûçik goştê kûçik naxwe. Merivên hev in, di hev nabihurin.

Li aliyê din bêdengiya serokên kurd jî pir manîdar e, heta nuha kesî ev qetlîama Hamasê şermezar nekiriye. Bêyî serokê Komela Îranê Abdullah Mohtedî tu serokekî kurd ev qetlîama Hamasê ya mezin şermezar nekiriye.

Şermeke mezin e, heger hûnê teroreke hewqasî mezin jî mahkûm nekin maneya xwe hûn piştgiriyê didin terora Hamasê, hûn vê qetlîama gelê Îsraîl rast dibînin.

Min bêdengiyeke wiha texmîn nedikir. Pir xemgîn im, ne hevalê kesên wiha me.

XXX

Do1399 delege beşdarî kongreya AKPê bûne. Erdogan temamiya 1399 rayan girtiye û ji nû va bûye serokê AKPê. Rayek jî li fûtê neçûye.

Dîktator dibê wiha be, ji 1399rayan, rayekê jî fîre nede.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE