09 oktober 2023

Hamasê kesên pasîfîst, aştîxwaz jî efû nekirine

Hamasê roja şemiyê li nêzî Xexayê êrîşî Festîwala Nova Muzîkê jî kiriye. Ji beşdarên festîwalê tam 260 ciwanên pasîfîst, aştîxwaz yek bi yek kuştine. Tecawizî gelek jinan kirine, dûra kuştune.

Temaya festîwalê ”dostî, evîn, azadî ” bûye. Daxaza "dostiyê, avînê, aştiyê" ew ji qetlîama Hamasê xelas nekirin.

Yên kuştine jî giş cihuyên pasîfîst, çep, aştîxwaz û mixalifên hukûmeta xwe, terefdarên sulhê, aştiyê bûne.
Di nav wan da gelek kesên xerîb, aştîxwaz jî hebûne.

Ceng Sagniç li ser vê meselê nivîseke muhîm nivîsîye, di twîtta xwe da belav kiriye.

Ji ber ku ez nivîsên tirkî parve nakim, min nivîsa wî jî parve nekir.

Lê nivîseke hêjayî xwendinê ye, bixwînin û bibînin bê Hamasê çi wahşet kiriye.

260 keç û lawên pasîfîst, aştîxwaz, dostên filistîniyan yek bi yek kuştine.

Ev însan giş pasîfîst, aştîxwaz, dostên wan bûne, kesên li dijî hukûmeta xwe bûne.

Gelek kurdên xwedêgiravî zana, întellektuel vê wahşeta mezin rewa dibînin, bi demagojiyên siyasî  piştgiriyê didin vê barbariya Hamasê. Kesê li dijî vê wahşetê derkeve ne însan e, xedar e, dilreş e.

Kî hovîtiyeke wiha bike dibê meriv li dij derkeve, mahkûm bike.

PKKê hovîtiyeke wiha li hemberî tirkan bikira, tiştê ez nuha ji bo Hamasê dibêjim, min eynî tişt ji bo PKKê jî bigota.

Siyasetmedarên kurd ên bêdeng mane pir şerm dikin, li hemberî teroreke wiha meriv bêdeng namîne.

Şer, herb ne barbarî ye, kuştina însanên swîl, tecawizkirin jinan hovîtiyeke mezin e, sûcekî li dijî qanûnên şer e.

Yahûdiyên çep, pasîfîst, aştîxwaz yên hetanî nuha piştgirî didan filistîniyan, hukûmetên Îsraîl rexne dikirin ji nuha û pê da ewê tiştekî wiha nekin, çimkî dîtin dostî û hevaltiya bi filistîniyan ra jî wan ji tecawizê û ji kuştinê xelas nake.

Ne miletê yahûdî, ne Îsraîl êdî ewê ne yên berê bin. Demeke nuh dest pê dike.

Hamasê bi sedan cihû kuştin, zirareke mezin dan Îsraîl, lê tişt bi Îsraîl nayê, belovacî wê vê yekê Îsraîl xurttir kir û zirareke mezin da filistîniyan.

Hamasê bi vê terora xwe ya dijî mirovahiyê nîşan da tu ferqa wan ji Daîşê tune ye, ew jî bi ”Allah û Ekber ” însan lînc dikin, dikujin. Wek Daîşê ew jî ji norm û exlaqên mirovahiyê bêpar in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE