10 oktober 2023

Min li bejnê nêrî bi zêran kirî, laçik rakir qartikê gurrî

Hin însan hene meriv bi hin nivîsên wan dixape, dibêje belkî merivên baş in, dilbirahm in, bi merhamet in, demokrat in, ne havalên qetlê, terorê û terorîstan in.

Hin bûyer dibin wek kevirê mîhengê, mesela êrîşa Hamasê ya ser Îsraîl û xelkê sivîl û qetlîama kir.

Vê êrîşa Hamasê ya hovane maskeya gelek kesan xist. Kesên meriv digot belkî merivên baş in, dilbinerahm in, humanîst in, demokrat in, ne dilxwaz û hevalên terora hêzên îslamî ne, di rastiyê da merivên dilreş û cinawir bûne, îdeolog û zanayên Daîşê bûne.

Bi demagojiyên kurdpereriyê cinawirên, wahşên hundurê xwe veşartine, xwe wek merivên demokrat nîşan dane.

Lê di esasê xwe da Daîş in, abûqat, edîb û îdeologên Daîşê ne. Êrîşa Hamasê ev rastiya wan eşkere kir.

Bi demagojiya "kurdperweriyê" hevaltiya xwe ya Daîşê, dilxwaziya xwe ya terorîstên îslamî baş maske kiribûn.

Êrîşa Hamasê ya ser Îsraîl dawî li vê demagojiya wan a merivên demokrat û kurdperweriyê anî, hevaltiya wan a bi Hamasê û Daîşê ra îşfa kir, fikir û îdeolojiya wan a rastîn nîşanî me da.
Min li bejnê nêrî bi zêra kirî, laçik rakir qartikê gurrî.

Ev hefteyeke Tirkiyê Kuristna Rojava wêran kiriye, jêrxane, binesaziyên bajaran, depoyên avê, sentralên elektirîkê, nexweşxane, fabrîqe, rê, kanalên avê giş bombe û xera kirine.

Kesên sê roj in bûne hefadê Hamasê û filistîniyan li dijî vê hovîtiya Tirkiyê meşekê, protestoyekê nakin.
Lê bi ruh û can piştgiriyê didin terora Hamasê. Erê kurd in, lê hevalên dijmin in, neyarên qewmê xwe ne.

XXX

Hevalekî ji min ra got, heyran, tu hewqasî pir dinivîsînî meriv pê ra nagihîne nivîsên te gişan bixwîne.

Rast e, ez her roj çend gotinan li hev radigirim, çned rêzan dinivîsînim. Lê sebebê vê yekê heye. Meriv ji derda pirgotî dibe. Xwezî em bêderd bûna, minê jî kêm binivîsîya.

XXX

Hamasê agirekî mezin vêxist. Vemirandina vî agirî ewê pir zor be.

Pêşiya îşan xweş e, dawî reş e.

Mekeve êgir meşewite. Te xwe avêt ji nav êgir da tu yê bişewite.

Şer agir e, dibê meriv zû bi zû şer dernexe, agir vênexe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE