10 oktober 2023

Swêda hebû êdî heta û heta ewê tunebe


Alîce Teodorescu rojnamevan di ronameya Affars Varlden da li ser gelşên xerîban(ereban, misilmanan) bi xwe ra anîne Swêd nivîseke balkêş, pir muhîm nivîsîye.

Nivîseke dibê meriv bixwîne û li ser bifikire. Alîce Teodorescu xanimê talûkeya hêzên îslamî, gelşên wan yên kulturî, civakî, siyasî, dînî, îdeolojîk xweş tarîf kiriye.

Dibêje ew Swêda 40-50 sal berê hebû êdî tune ye û ewê tu carî jî tunebe, bi paş da neyê. Bi baweriya min jî wisa ye; jixwe ez viya ji zûda ye dibêjim.

Li Swêd bi zêdebûn nufûsa misilman ra hêzên îslamî, radîkal jî zêde û xurt bûne, di civatê da bûne xwedî giranî û xwedî biryar. Swêd êdî wek welatekî Rojhilata Navîn e.

Çetetî, krîmînalîteya li Swêd heye, li tu welatekî Ewrûpayê tune ye. Sala borî 63 kes hatin gullebarankirin. 

Îsal ewê vê jimarê derbas bike. Heta nuha 253 teqîn çêbûn. Bombe xistin deran, mal, dikan, aşxane bi hewa xistin. Di teqînan da çend kesên ham û tam mirin.

Nivîsê bixwînin û bibînin bê Swêd çawa ji dest çûye, îslamîran, misilmanan Swêd çawa kirine wek welatên xwe.

Qetlîama Hamasê sê roj berê li Îsraîl li hemberî sivîlan kir ereban,misilmanan li gelek bajarên Swêd bi zilxet û şahî pîroz kirin.

Kesên cihû êdî ji Swêd direvin. Li bajarê Malmo nufûsa cihuyan(yadûdiyan ji 3000î daketiye 500î. 

Çend salên din li Swêd ewê yahûdî nemînin. Çimkî ewlehiya jiyana wan tune ye. 

Nobetdar li ber sînagogên wan e, bêyî bekçî kes newêre here sînagogê, bi dilekî rehet îbadeta xwe bike.

Çawa li Tirkiyê kurd newêrin bi nîşan û semboleke kurdî bigerin, li Swêd jî cihû newêrin bi îşaret û semboleke cihûyan bi xwe ve kin; zarokên cihû newêrin li dibistanan bibêjin em cihû ne.

Yê me kurdan hîn negihîştiye wê nuxtê, lê em jî hêdî hêdî berbî vê derê va diherin. 

Piştî yahûdiyan  miletê di devê topê da em kurd in. Bi zêdebûn û hukmê ereb, tirk, farisan û misilmanan ra emê jî têkevin dewsa yahûdiyan.

Jixwe ji nuha da li Swêd gurûba herî pir dîskrîmîne dibe yahûdî û kurd in. Ev merhele roj bi roj zêde dibe.

Hûn kanin nivîsê bi translate google tercumeyî kurmancî, tirkî, îngilîzî, almanî,erebî û gelek zimanên din bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE