10 oktober 2023

Pirsek ji HUDAPARê û ji kurdên berdevkiya HAMASê dikin

Ezê pirsekê ji HUDAPARê û ji kesên bûne abûqat û bedevkên Hamasê bikim.

Heger PKK jî sibe êrîşeke wek a Hamasê bibe ser bajarekî Tirkiyê û bi sedan kesên sivîl, kal, pîr, jin, zarokan bi hovane gulebaran bike, bi sedan jî êsîr bigire, hûnê eynî piştgiriyê bidin êrîşa PKKê jî ya na?
Hûnê bibêjin sebebê vê yekê Tirkiye ye?

Hûnê bibêjin heger Tirkiyê Kurdistan dagir nekira, bi sedhezaran kurd bi çolan nexista, bi sedhezaran ereb li Efrînê û li Serê Kaniyê di gund û bajarên kurdan da bi cî nekira; heger Kurdistana Rojava bi bombebaranan wêran nekira, PKKê jî ev tişt nedikir?

Lema jî sûcdar ne PKK ye, Tirkiye.
Çimkî Tirkiyê welatê kurdan, Kurdistan dagir kiriye û zulmeke mezin li kurdan dike, nahêle zarokên kurd bi zimanê xwe perwerde bibin. Nahêle kurd navê welatê xwe hildin.
Nahêle kurd bi serbestî ala xwe hildin.

Li hemberî zulmeke wiha mafê kurdan û PKKê ye dagirkeran, kesên li welatê wan bi cî bûne bikuje.

Xwe bêdeng mekin, çivan nedin xwe, wek camêran bersîvê bidin vê pirsa min a pir konkret.

Yanî terora, qetlîama hûn ji flistîniyan ra, ji Hamasê ra heq û rast dibînin, hûnê ji kurdan û ji PKKê ra rast û heqekî rewa bibînin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE