11 oktober 2023

Gurrîyo navê min li te, kumê min li serê te

Serokê Tirkiyê Erdoga gotiye:

”Avê nadin Xazeyê. Elektirîk tune ye. Bi hawakî bêmerhemet li îbadetxaneyan, li nexweşxaneyan, li dibistanan dixin. Dinya bêdeng e. Kesek tiştekî nabêje. Ka mafê mirovan?”
Terora dewleta xwe normal dibîne, xweparastina Îsraîl, şerê Îsraîl li hemberî partiyeke terorîst rexne dike.
Dîktator merivên bêrû, bêheya ne.
Wî Kurdistana Rojava wêran kiriye, milet bê av, bê elektirîk hîştiye, bajaran her roj bombebaran dike, normal dibîne, lê gava Îsraîl  li Hamasê dixe rexne dike, qala însaniyetê dike.

Go gurrîyo navê min li te, kumê min li serê te. Qetlîama Hamasê diparêze, xweparastina Îsrtaîl rexne dike.
Kesê însanîyet, merhamet pê ra tunebe dibê ji xelkê jî viya nexwaze.

XXX

Tirkiye Kurdistana Rojava wêran kiriye, milet perîşan e. Av, ceyran tune ye. Tirkiye her roj bênabên agir bi ser bajaran da dibarîne. Em nikanin tiştekî bikin, dinya jî lê temaşe dike.

Êrîşa Hamasê bala dinyayê kişand ser şerê Îsraîl û Hamasê.

Dinya bi bi şerê Îsraîl va mijûl e, rewşa Kurdistana Rojava ji ya Îsraîl ne baştir e.Tiştê Tirkiye dike jenosîd e, lê her kes lê temaşe dike.

Îran û Tirkiye du dewletên bi xurtî alîkariya hêzên terorîst dikin, terorîstan perwerde û organîze dikin. Dinya viya baş zane, lê newirin tiştekî bi van dewletên li pişt terorîstan bikin.

XXX

Îran dibêje min piştgirî nedeya êrîşa Hamasê, organîzatoriya xwe ya vê qetlîama mezin înkar dike.

Meleyên qatil derewa dikin, êrîşeke hewqasî mezin alîkariya dewletekê tunebe nabe.

Hamasê bi hezaran fuze avêtine ji bajarên Îsraîl da. Her kes dibêje ev fuzeyên Îranê ne.

Kes li ciyê rehetiyê buhtanan li Îranê nake. Meriv pîvazê nexwe bîn ji devê meriv nayê.

Îran û Tirkiye du dewletên kûpê nerindiyê ne, hetanî ev herdu welat di destên van zaliman da bin li herêmê armamî çînabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE