11 oktober 2023

Welatê wan jî nikanîbû wan ji jenosîdeke nuh biparêze

Di tarîxê da li dijî cihûyan gelek caran pogromên(qetlîamên) mezin û biçûk hatine kirin, heta bigihîje zarok jî nehatine efûkirin.

Bi qetlîama Hamasê ya 7ê cotmehê navekî din li warên pogroman zêde bû. Him jî vî vê carê li Kfar Aza, li welatê digotin belkî ew lê di ewlehiyê da ne, ewê pogronên nuh nebînin.

Celadên Hamasê li Be'eri, li Kerem Shalom, li Reim bi sedan însan wek vampîran pereçe perçeyî kirine. Lê dibêjin KFAR AZA dera wahşeta herî mezin lê çêbûye.


Kfar Aza gundekî(kolektîveke) di sala 1951ê da ava bûye, niştecihên wê cihûyên ji Misrê û ji Fasê bûne.

Gundekî nêzî Xezayê ye, lê ne erdekî dagirkirî ye. Di sala 1948a da bi avabûna Îsraîl ra erdê Îsraîl e. Yanî dûra nehatiye dagirkirin.
Xelkê gund li dora 400 kesî bûne.
Li gorî medya dinivîse hovên Hamasê pêşî ketine vî gundî û heta roja duşemiyê şer dom kiriye. Şer sê rojan ajotiye.

Piştî azadkirina gund, wahşeta leşkerên îsraîlî di hundur malan da dîtine ew lal kirine.

Barbarî  û wahşet hewqasî  mezin bûye, general Itai Veruv roja sêşemiyê ban medya cîhanê kiriye, ji bo ku her kes bibîne hovên ereb çi wahşet, çi qetlîam kirine.

Hetanî îro jî hîn ne diyar e li Kfar Aza çiqas însan, çiqas kal û pîr û zarok kuştine.

Li gorî xeberên medyayê kuştî bi sedan in. Di nav kuştiyan da 40 zarok, heta bigihîje pitikên li şîr jî hene.

Yanî kîn û nefreta hovên Hamasê hewqasî mezin bûye, pitikên li pêsîrê, zarokên di himêzên dayikan da jî sax nehîştine.

Gelek ji laşan xuya dike perçe kirine, pê lîstine, pelixandine.
Heta bigihîje termên zarokan jî perçe kirine. Wek celadên Daîşê serê hinekan jêkirine.

Tu ferqa Hamasê, Hizbullahê û tevgerên din yên îslamî ji Daîşê tune ye.

Bi baweriya min çepên wan jî ewê eynî tişt bikirana.
Derketina El Qaîdeyê, Daîşê û gelekên din ne tesadufî ye, gişî seriyan jê dikin.

Tu rêxistineke filistînî, ereb tiştê Hamasê kiriye neke tune ye.
di medyaya sosyal da bi milyona ereb, misilman bi dil û can vê wahşeta mezin, vê jenosîdê diparêzin, jê ra dilîrînin, pîroz dikin, dibêjin xwezî we zêdetir bikira.

Fersend têkeve destê kîjan hêza ereb, filistînî ewê ji Daîşê, ji Hamasê xerabtir bike.

Ev jenosîd e. Tu ferqa vê jenossîdê ji ya nazîyan tune ye; ferq tenê jimar e. Nazîyan zêde kuştin, hovên Hamasê 1200 kuştine.

General Itai Veruv gotiye, ”Min nedixwest malabat min tiştekî wisa bibîne. Ev qetlîam dişibe pogromên bav û kalên min li Ewrûpayê jiyane. Jenosîda dubare bû. ”

Yahûdiyan bi sed salan li ber xwe dan, micadele kirin, ji bo ku careke din pogroman, jenosîdan nejîn, lê welatê wan jî ji wan ra nebû sitar, pogrom bi başda hat.

Hemas hîn hebûna Îsraîl qebûl nake, dibêje dibê Îsraîl tunebe, cihû ji vî erdî herin. Ew nerin emê gişan bi zor ji vir derxin.

Bi baweriya min tiştê Hamasê di 7ê cotmehê da li Îsraîl, li hemberî sivîlan kir jenosîd e, tu ferqa vê qetlîamê ji ya nazîyan tune ye.

Û kesên ji vê jenosîdê ra li çepilan dixin, pê kêfxweş dibin, dibêjin rast e, baş kirine, ew jî xwedî  îdeolojiyek faşîst, nazîst in. Piştgiriya vê qetlîama Hamasê, piştgiriya jenosîda Hîtler e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE