12 oktober 2023

Li Swêd yahûdî newêrin eşkere bi hev ra îbranî bipeyivin

Rewşa yahûdiyên(cihûyên) Swêd ji ya kurdên li bajarên Tirkiyê dijîn xerabtir e.

Yahûdiyên Swêd ji tirsa ereban, misilmanan newêrin semboleke cihûyan bi xwe ve kin, newêrin li çarşî û bazarê, di tramvay û otobozan da bi hev ra bi îbranî bipeyivin.

Zarokên yahûdî li dibistanan newêrin bibêjin ew yahûdî ne, newêrin Stêrka Dawid bi xwe ve kin û kîppa cihûyan bidin serê xwe û bi hev ra bi îbranî bipeyivin.

Çimkî ereban gelak caran li wan xistine. 

Lema jî li Swêd hahûdî nasnameya xwe eşkere nakin, newêrin bibêjin ewm jahûdî ne.


Li Swêd bi hezaran aşxane, pastexane, dikan, marketên ereban, tirkan, misilmanan hene. Her kes bi azadî li gorî dilê xwe nav li dikan, aşxane û marketên xwe dike, muzîka xwe serbest lêdixe.

Lê yahûdî newêrin mekanên xwe eşkere bikin, newêrin li dikan, aşxane û marketên xwe, mekanên xwe ala Îsraîl bi darde kin.

Çimkî ereb kanin êrîşî wan bikin, wan deran bişewitînin.
Li Swêd li ber her sînanogekê bekçî heye, bêyî bekçî yahûdî naçin sînanogan.

Rojnameya Expressenê gotiye cimeta yahûdî ya bajarê Goteborgê ji endamên xwe ra meylek şandiye gotiye:

”Sembolên yahûdîtiyê bi xwe ve nekin, gişan li malê bihêlin. Bi hev ra eşkere bi îbranî nepeyivin. Stêrka Dawid bi xwe ve nekin, kîppayê nedin serê xwe. Li der bi hev ra bi îbranî nepeyivin.”

Bajarê Swêd yê herî mezin Stockholm e, yê duduya Goteborg e. Li vî bajarî yahûdî ji tirsa ereban newêrin nasnameya xwe eşkere bikin, newêrin eşkere bi hev ra bi îbranî bipeyivin.

Lê ev rewş ne li Goteborgê tenê, li her bajarê Swêd wiha ye. Ereban, misilman Swêd kirine wek welatekî ereb, misilman. 

Li welatên xwe çi dianîn serê yahûdiyan, li Swêd jî bi serbestî eynî tiştî tînin serê wan. 

Dewlet jî li vê terora ereb û misilmanan temaşe dike, newêrin tiliya xwe berbî ereb û misilman kin.

Jixwe li Swêd here were 25.000 yahûdî mane, bi zêdebûna ereb û misilmanan ra koçî Îsraîl, Amerîka û welatên din kirin.
Hetanî dawiya 1980î li Gotborgê 3000 yahûdî dijiyan. 

Nuha ev jimar daketiye bin 500 kesî. Çend salên din ewê jî birevin. Swêd ewê tam bibe welatekî îslamî, ereb. Tiştê dibin û diqewimin berbî wî alî va diçe. 

Çimkî nufûsa misilman û ereban salê bi dehhezaran zêde dibe.

Zêdebûna nufûsa ereban, tirkan, misilmanan rewşa me kurdan jî xerab dike. Dema îdere, hukim dikeve destê ereb, tirk û misilmanên din cepheye antî-kurd berfirehtir dibe.

Tirkek, erebek, farisek, azerîyek, tirkmenek li welatê xwe di heqê kurdan da difikire, bi çi çavî li kurdan dinêre, li vir jî eynî ye.
Yahûdiyên Swêd qediyan, lê taliya me, çi yê were serê me ne diyar e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE