13 oktober 2023

Bêdengî piştgiriya qetlîama Hamsaê ye

Min qet bawer nedikir partî û siyasetmedarên kurd ewê piştgiriyê bidin qetlîameka wek a Hamasê kiriye, ya jî li hemberî wahşeta bûye xwe kerr û lal bikin, vê wahşetê mahkûm nekin.
Lê ez şaş bûme, saf bûme, min ew baş nas nekirine. 

Li hemberî destega ji qetlîma Hamasê ra, bêdengiya hin kurdan, partiyên siyasî, hêzên çep û dîndar ez xeyalşikestî bûme. Madê min ji vê siyaseta kurdan gerîya ye.

Min qet texmîn nedikir partiyên kurd giş, piraniya siyasetmedaran, ronakbîran ewê ya bibin piştgirên vê qetlîama Hamasê ya jî bêdeng bimînin.
Lê çi hef partiyên Kuristana bakur, başûr û rojava gişan ya xwe bêdeng kirin, ya jî wek Huda-Parê û YSPê piştgirî dan êrîşa Hamasê. Ji partiyên Kurdistana Rojhilat Komela qetlîam şermezar kir, min ew tenê dît.
Bêdengî piştgiriya Hamasê ye. 

Ûjdanê min, exlaqê min, însanîyeta hevaltiya partiyên wiha, însanên wiha qebûl nake.

Xwedê di orta min û partiyên wiha, siyasetmedar û serokên wiha da be.
Siyaseta hevalê terorîstan be, li hemberî qatlîaman bêdeng bimîne ne li gorî min e. Ez piştgiriya, hevaltiya kesên wiha nakim.

XXX

Li Swêd bi hezaran ereb, misilman û kesên swêdî qetlîama Hamasê ya li Îsraîl li hemberî sivîlan kir eşkere pîroz kirin.

Tu alîkarî, tu xebat, tu hewldana siyasî nikane însanên bi qetlîaman, bi kuştin û şerjêkirina zarokên di dergûşan da şa dibin biguherîne.

Entegrasyoneke bikanibe van însanên bi şikil însan, bi fikir û îdeolojî cinawir biguherîne, medenî bike tune ye, ne mimkûn e.

XXX

Ez ji hemû bêûjdan û xedarên piştgiriyê didin qetlîama Hamasê di 7ê mehê da li Îsraîl kir dipirsim: Heger partiyeke kurd eynî tişt li hemberî tirkan kiriba we yê çi bigota, we yê piştgiriya wê jî bikira?

Ji me, ne ji me, kê qetlîameke wiha kiribe, heger zereyê însaniyetê pê ra hebe dibê mahkûm vê wahşetê bike.

Piştgiriya wahşeteke bi vî rengî karê merivên xedar in, merivên ji hemû xisletên însaniyetê bêpar in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE