13 oktober 2023

Qayiş tim li ser pişta gayê xurt e.

Di rojên xerab, di şer û cengên giran da barê giran li ser pişta dewletên mezin, dewletên xurt e.

Ew kanin sulhê çêkin, şer bisekinîn, nehêlin agir gurrtir bibe.
Ew kanin şer gurrtir û mezintir bikin.

Di şerê Îsraîl û Hamasê da jî barê giran dîsa li ser milê Amerîkayê ye. Qayiş tim li ser pişta gayê xurt e.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken do li Tel Avîvê bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ra civînek çapemeniyê çêkir.

Blinken di axaftina xwe da got, "îro ez ne tenê wek wezîrê karên derve yê Amerîkayê li vir im, ez wek yahûdîyekî(cihûyekî) jî li vir im."

Min nizanîbû Antony Blînken yahûdî(cihû)ye, nuh fêr bûm.

Blînken got:

”Îsraîl xurt e, kane xwe biparêze, lê ne hewceye tu carî bi tenê parastina xwe bike, hetanî Amerîka hebe ewê tim û tim piştgiriya Îsraîl bike.
Ajandayeke Hamasê tenê heye, Îsraîl xera bike û yahûdiyan bikuje.”

Bi rastî jî hedefa Hamasê û hêzên îslamî hemûyan, heta hedefa tevayiya filistîniyan Îsraîl ji ortê rakin û yahûdiyan qir bikin, li wê herêmê yahûdiyekî jî nehêlin.

Hamas û tevgerên îslamî vê hedefa xwe venaşêrin, eşkere dibêjin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE