14 oktober 2023

Dixwazin yên ereban bibin 23 dewlet, ji bo xwe dewletekê naxwazin

22 dewletên ereban hene, dibêjin ev têra me nake, dixwazin bi filistîniyan bikin 23 dewlet.

50 welatên îslamî destegê didin vê daxwaza filistîniyan.

Lê ji 50 dewletên îslamî û ji 22 welatên ereb yek jî piştgiriyê nade Kurdistaneke serbixwe, çêbûna dewleteke kurd.

Piraniya welatên îslamî qebûl nakin cihû jî bi bibin xwedî dewlet. Lema dixwazin Îsraîl ji ortê rakin. 

Bira 23 dewletên ereban hebe, ev heqê wan e, lê bira dewleteke kurdan û yahûdiyan tunebe.

A edaleta misilmanan ev e.

Kurdên totikvala û yên bûne hefadên filistîniyan nabêjin law, 22 dewletên ereban hene, hûn dixwazin bikin 23. 2

Çima hûn qebûl nakin dewletek me kurdan û yahûdiyan jî hebe?

Bira dewleteke me û cihûyan jî hebe. Ma dewlet ji ereban ra heq e, ji me ra qebhet e?

XXX

Hin kurdên bêhiş, totikvala, ya jî neyarên qewmên xwe, tiştên ji filistîniyan ra dixwazin ji xwe ra, ji miletê xwe ra naxwazin.

Ewladê xêra xelkê bixwaze, alîkariya xelkê bike, alîkariya bav û birayê xwe neke ya ehmeq e, tiredînekî berradayî ye, ya jî şîrheram e, xayinê qewmê xwe ye.

XXX

Tirkiye gotiye koçberkirina filistîniyan ji Xezayê nayê qebûlkirin.

Ez jî rast nabînim, ez li dijî koçberkirineke bi vî rengî me.

Tirkiye kirinên xwe rast dibîne, ya Îsraîl şaş dibîne.

Tirkiyê li Efrînê, li Serê Kaniyê, li girê sipî eynî tişt kir. Ji van hersê bajaran li dora milyonek kurd bi darê zorê hatin koçberkirin û ereb, afgan, uygur û kesên din li wan deran hatine bicîkirin.

Tirkiye kirina xwe heq û normal dibîne, ya Îsraîl rexne dike. Ev durrûtî û sextekarî ye. Dibê kurd bibêjin çima we kurd li Efrînê, li Serê Kaniyê, li Girê Sipî mecbûrî koçberiyê kirin?

XXX

Şîrê kerê heyvan nabe, ji merivê pîs, xerab, nerind, fêsad û gelac başî, rindî sadir nabe.

Meleyên Îranê, serokên Tirkiyê, serokên Hizbulahê û Hamasê tu carî baş nabin, dev ji nerindiyê û xerabiyê bernadin. Ji xirê ker sogilme çênabe.

XXX

Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan îro(13/10) li Bêrûdê gef li Îsraîl xwariye, gotiye heger Îsraîl zêde pê da here şer ewê mezin bibe.

Di rojeke wiha da Husên Emîr Ebdulahiyan belaseb naçe Libnanê, pilana xwe ya nuh pêşkêşî Hizbulahê kiriye.

Pilangerê êrîşa Hamasê Îran e, Îranê Hamasa bêaqil, terorîst wek maşe bi kar anî. Nuha jî dixwazin Hizbulahê têxin şer.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE