15 oktober 2023

Misilman ji bo kurdan tu carî dua nakin

Di platforma Xê da yekî gotiye:

”Ev 30 sal in ez diçim nimêja îniyê. Ne li Tikriyê, ne jî li Amerîkayê min carekê jî nebihîst di xutmbeyên înîyê da ji kurdan ra du were kirin. Ji Pakîstanê ra, ji Misrê ra, ji Filistînê ra, ji Sûriyê ra dua tê kirin, lê ji kurdan ra dua nayê kirin.
Çima?
Ma kurd ne misilman in?
Min dev ji misilmantiyê berda, ma kurd ne însan in?”

Yekî jê pirsîye:
”Xoce, li gel vê jî tu hîn diherî nimêja îniyê ne wisa?”
Mêrik gotiye:


”Bi keça xwe ya 4 salî ra bîstek berê ji nimêja îniyê derketim elhemdulîla. Nimêja îniyê nefesa em digrin e.”

Mêrik him qala neadiliya, irqçîtiya tirkan, misilman li hemberî kurdan dike, him jî dev ji gudarîkirina wê xutbeyê bernade.

Him zane tirk, misilman xêrnexwazên kurdan in, him jî diçe mizgeftên wan.

Tirk, misilman gava hewce be nifira jî li kurdan dikin, li dijî kurdan tim wek şûr li pişta dewletên xwe ne.

Dibê em kurd baş bizanibin ereb, tirk, faris tenê dijminatiya me nakin, alema îslamê giş kêm zêde bi qasî tirk, ereb û farisan li dijî azadî û serxwebûna me ne. Ne xêrxwaz û dilxwazê me ne.

Aleme îslamê, miletên misilman giş bi ruh û can dixwazin filistînî bibin xwedî dewleteke serbixwe û ji bo wê jî çi ji destên wan tê, dikin, her alîkariyê didin filistîniyan.

Lê ne welatên îslamî, ne jî miletên misilman yek jî piştgiriya azadî û serxwebûna me nake, yek jî nabêje dewleteke serbixwe mafê miletê kurd e jî.

Huda-Par û gelek kurdên bêhiş, totikvala vê durûtiya misilmanan dibînin, lê ji xwe ra nakin derd; nabêjin welatê me jî hatiye dagirkirin, zulm li me jî dibe, em jî misilman in, çima hûn alîkariya me jî nakin, çima hûn nabêjin dewlet mafê miletê kurd e jî?

Kurdên vê pirsê ji misilmanan nakin ne yek û dudu ne, bi milyona ne.

Kurdê tiştê ji bo filistîniyan dixwaze ji bo miletê xwe nexwaze ya dîn e, ya ehmeq e ya jî neyarê qewmê xwe ye, hevalê dewletên dagirker e.

Tiştê meriv ji xelkê ra xwest dibê berê ji xwe ra, ji miletê xwe ra bixwaze.

Meriv berê alîkariya dê bavê xwe, ya xweng û birayên xwe, ya merivên xwe dike, dûra alîkariya xelkê dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE