15 oktober 2023

Bi hezaran mankurt li Amedê kom bûn û piştgirî dan qetlîama Hamasê


Îro li Amedê bi hezaran mankurt kom bûne, piştgirî dane qetlîama Hamasê ya li hemberî cihûyan.

Heger hûn ji min bipirsin, bibêjin di nava miletên misilman da ehmeqên, bêhişên, bêmejuyên, dînên, xayinên kîjan miletî herî pir e, ezê bibêjim yên kurdan. 
Mankurt, koleyê haya wî ji koletiya wî tune ye, bêşiûr e, bêmeju ye, nizane kole ye.

Îspata vê yekê mitînga Huda-Parê ya îro li Amedê ya piştgiriya teror û qetlîama Hamasê ye.

Ew nikanin navê welatê xwe hildin, newêrin semboleke kurdî, Kurdistanê bi sînga xwe ve kin, dibistaneka wan, zanîngeheke wan tune ye, bi hezaran li Amedê kom bûne, dixwazin herin hawara filistîniyan, dixwazin heyfa filistîniyan ji Îsraîl bigirin.

Di nav miletekî da çawa kane hewqas merivên bêmeju, bêhiş, ehmeq, nezan, cahil, neyarên qewmê xwe û dildarên xulamiya xelkê hebin aqilê min nagire.

Ev felaketa hatiye serê miletê kurd bêemsal e, di tarîxê da numûneyeke din a wiha tune ye.

Bi sedhezaran kurd bûne zilam û leşkerên hêzên dagirker, ji dijmin bêtir êrîşî kurdên welatparêz dikin; ji dêlî ji miletê xwe ra dewletê, azadiyê, serxwebûnê bixwazin, bûne leşkerên xelkê û hevkarên dijmin.

Sosyolog, psîkolog dibê sebebê hebûna hewqas merivên bêmeju analîz bikin, ji nava miletekî çawa kane hewqas mankurt derkevin!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE