16 oktober 2023

Kewê gozel seyda qewmê xwe dike

Gotineke meşûr e, pêşiyên me gotine, kewê gozel seyda qewmê xwe dike.
Huda-Par, îslamîyên dost û hevalên dijmin, kesên bûne leşkerên filistîniyan, ereban kewê gozel in, ne ji bo azadî û serxwebûna miletê xwe, ji bo filistîniyan, ereban dixebitin, meş û mitîngan çêdikin.
Ne li dijî Tiriyê, Îranê, Îraqê, Sûriyê, li dijî Îsraîl gewriyê li xwe diçirînin, meşan çêdikin, Îsraîl protesto dikin.
Tu dibêjî belkî Îsraîl zulmê li wan dike, Îsraîl welatê wan dagir kiriye.
Aqil taca zêrîn e, li ser her kesî nîne. Kêmaqilên me pir in, bi gotinê, bi şîretan nayên rê.

Ne defa ji keran ra, ne çira ji koran(kûran) ra, tu çi şîretê li merivê korfahm bike bêfêde ye, çimkî kêmaqil e, tiştek nakeve serî. Serî qafikekî vik û vala ye…

XXX

Merivên bi merhemet, xwedî ûjdan dibêjin Hamasê çawa qetlîamek wiha kir, gerek nekira, gerek hezar însanên sivîl, jin, mêr, kal, pîr, zarok bi çûk û mezin giş nekuştana.

Dîsa dibêjin însan çawa kane piştgiriya qetlîameke wiha bike, ji hovîtiyeke wiha ra li çepikan xîne?

Dibe, însanên xerab, zalim, kêmaqil pir in, karê wan xerabî ye, tu çi bikî baş nabin.

Miriyên goran ranabin, kesên xerab baş nabin. Ev rastiyeke tahl e.

XXX

Kera barê te ne lê ye, ne ço kê, ne jî hûş kê.

Yanî tiştê meriv eleqedar nake, ne gelşa meriv e, dibê meriv xwe tê negerîne, xwe tevê neke, bêsebeb xwe li ber baranê şil û pil neke.

Gelekên me li ku dera dinyayê gelşek çêbibe tavilê xwe wek terefekî tevê dikin.
Hin kurdên me yên totikvala di şîna xwe da jî ji bo miriyên xelkê digrîn. Ew bindest e, welatê wî hatiye dagirkirin, ji bo azadiya xwe, serxwebûna xwe naxebite, ji bo filistîniyan xwe diçirîne, neyartiya Îsraîl dike.

Efrînê dibêjin hefsarekî boş(bêxwedî) li ku dibîne serê xwe dixê.
Hin kurdên me jî eynî wer dikin, hefsarekî bêxwedî li du ku dibînin serê xwe dixinê. Lema jî rişma wan tim di destê xelkê da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE