16 oktober 2023

Li ser kurdên Swêd û hevkariya Swêd û Tirkiyê kitêbeke muhîm

Rojnamevan û nivîskarê Swêdî Joakim Medîn vê êvarê li Stockholmê kitêba xwe ya li ser kurdan, Tirkiyê û Swêd û endametiya Swêd a NATOyê da naskirin.

Joakîm Medîn di axaftina xwe da li ser taqîbata kurdan li Swêd, têkiliya îstîxbarata Swêd û Tirkiyê agahiyên muhîm da.

Piştî axaftina wî, Kurdo Baksî li ser naveroka kitêbê hin pirs jê kirin. Di nabêna wî û Kurdo Baksî da sohbetek xweş çêbû.


Joakîm qala netîceyên hin lêkolînên xwe yên li ser hevkariya Îstîxbarata Swêd û MÎTa Tirkiyê kir.


Li ser rapora Îstîxbarata Swêd(SAPO)çi neheqî li kurdan hatiye kirin, kurd bi çawa şiklekî bêqanûnî teslîmî Tirkiyê kirine rawestiya û çend numûne da.

Joakîm Medîn di kitêba xwe da(Kurdspåret/Şpakurd) nîşan dide ku Kurd li Swêd bi rapora Îstîxbarata Swêd(SAPOyê)bêyî delîl çawa tên taqîbkirin, û ji bo Swêd wek talûkeyekê têne dîtin û îltîca û hemwelatîtiya wan jî nayê qebûlkirin.

Çimkî SAPOyê mohra hevalbendiya terorîstan û PKKê li gelek kurdan xistiye. Lema jî îltîca kurdan nayê qebûlkirin, bi şiklekî bêqanûnî wan teslîmî Tirkiyê dikin.




Camêr ji min ra wiha nivîsîye:


”Ji zinarê Xamo ra,
bi hêviya Kurdistaneka azad.”

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE