17 oktober 2023

Di nav misilmanan da em kurd zarokên dêmariyê ne

Em kurd herî kêm 40 milyon in. Welatê me ji alî çar welatan ve hatiye dagirkirin.

Her çar welat zulmek mezin li me dikin. Ji ber zulma wan em bi milyonan bi çolan ketine. 

Li dîasporayê jî rehetiyê nadin me. Tirkiye wer li dû me ye. Li dîaspûrayê mohra terorîstiyê li kurdan xistine.

Tirkiyê Swdê jî berra pêxîla kurdan daye, li Swêd jî bîn li kurdan, li tevgerên siyasî çikandine.

Tirkiye her roj başûr û rojavayê Kurdistanê bombebaran dike, çend kurdan dikuje. Avahiyên bingehîn(binesazîyên) Kurdistana Rojava giş bombebaran kirine, milet li bajaran bêav e, bêelektirîk e.

Medyaya dinyayê, Neteweyên Yekbûyî, Welatên Îslamî kes qala perîşaniya halê me nake. Fena ku li vê dinya kurd tunebin, fena ku Tirkiye Kurdistana Rojava her roj bombebaran nake.

Welatekî îslamî rojekê qala perîşaniya me nake, Tirkiyê, Îranê şermezar nake.

Çimkî di nav misilmanan da em kurd zarokên dêmariyê ne. Ne kara wan di alîkariya me da heye, ne jî ji me ditirsin. 

Dewleta me tune ye, em wek keriyê bêşivan û bêkûçik in. Keriyê bêkûçik gur vêdikeve, seyda gur hirça ye.

Pêşiyên me derdê bêkesiyê, bêdewletiyê baş fêm kirine, lema jî gotine, ”lawê jinbira kes jê nake hesab û recuya.”

Bextê me xerab e, ker mitêla me nabe. Hevalê nigê şemitî tune ye, kes xwe nake bin barê me.

Em kurd li dinyayê, lawê jinbira ne, kes hesabê me nake. Çimkî zanin em ne kanin zirarê bidin kesî, ne jî bêrîkên kesî tije dolar kin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE