17 oktober 2023

Kêmaqilên me pir in

Serokê xortên Huda-Parê Hamdullah Er gotiye:

”Siyonîstê xebîs çavên xwe berdane axa me jî. Dibêjin axa kurd lê dijîn axa li me hatiye wadkirin. Ev siyonîst dijminê axa me û hebûna mene.”
Kêmaqilî, ehmeqî ev e.
Ji Tirkiya dagirker ra tiştekî nabêje, dijminatiya "dagirkerekî" mihtemel dike.
Tirkiye ketiye ser dilê miletê wî dengê xwe nake, xîçekî navêje ji Tirkiyê da, goma davêje ji Îsraîl da.
Tirkiyê welatê wî dagir kiriye, nahêlin kurd bibêjin Kurdistan.
Tirkan ew û miletê wî ji xwe ra kirine kole.Nasnameyên tirk xistine bêrîkên kurdan.
Bi darê zorê zimanê xwe bi miletê wî didin fêrkirin, bi viya aciza nabe.

Bi darê zorê kurdan dikin leşkerên xwe, wan dajon ser kurdên din, bi hev didin kuştin
Nahêlin kurd bi zimanê xwe perwerde bibin.
Dibistaneka kurdî, zanîngeheka kurdî tune ye.
Kêmaqil, bêmeju li dijî vê dagirkeriya Tirkiyê û tirkan dernakeve, xwe li Îsraîl radikşîne; dibêje Îsraîl dixwaze di rojên pêş da Kurdistanê ji me bistîne.
Law hey bêmeju, ma Kurdistan nuha di destê te da ye?
Kurdistan tirkan ji te sitendiye, tu û miletê te ji xwe ra kirine kole.
Heger tu ne kêmaqil î ya jî tu ne zilamê dijmin î, tu yê li dijî dagirkeriya Tirkiyê, ya nuha heye derkevî, ne ya mihtemel…
Kesên wiha filistîniyan, Qudsê ji xayintiya xwe ra dikin maske.

XXX

Raketek li Xezayê li nexweşxaneya El-Ahlî ketiye. Li gorî xeberên berpirsiyarên filistînî 500 kes hatine kuştin. 50 kes jimareke pir e, dibê meriv li bende agahiyên ajansên dinyayê be.

Heger îdîa rast be kuştina 500 kesî qetlîameke mezin e, wahşet e.

Filistînî dibêjin êrîş ji alî Îsraîl ve hatiye kirin, Îsraîl jî Hêza Cîhat a filistînî sûcdar dike, dibêje Hêza Cîhatê rakêt avêtiye, bi şaşî li nexweşxanê ketiye.

Ev qetlîam e. Kê kiribe, sûcekî mezin kiriye, dibê were mahkûmkirin.

Dibê sûcdarê vê qetlîamê, vê wahşetê were tespîtkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî daxuyaniyek belav kiriye, gotiye.

“Divê hemû cîhan zanibe, artêşa Îsraîlê êrişî nexweşxaneyê nekiriye. Yên ku ev êriş kirine terorîstên li Xezeyê ne.

Yên ku zarokên me bi xwînxwar qetil dikin, zarokên xwe jî qetil dikin.”

 

XXX

Dibêjin Angela Merkelê gotiye:

”Nufûsa Hindistanê û Çînê li ser hev du milyar û pênçsed milyon e, 150 Xwedayên wan, ji 800î zêdetir baweriyên wan hene, bi hev ra di nav aştiyê da dijîn.

Yê misilmanan Xwedayekî wan, Pêxemberekî wan, kitêbeke wan heye. Lê kuçeyên wan ji xwîna wan sip û sor e.

Qatil dibêje Allah û Ekber!

Meqtûl dibêje Allah û Ekber!

Û herdu alî jî ji kesên kuştî ra dibêjin şehîd !”

Ez bawer nakim gotin ya Merkelê be, lê kê gotibe jî rast gotiye, çimkî yên di sedsala 21ê da seriyan jêdikin, li ber kamareyan însan şerjêdikin misilman in.

Misilman 5-6 milyar însanên ne misilman ”kafir”, fasiq dibînin û di xwazin ya bi zorê, ya rehetî her kesî bikin wek xwe, bînin ser dînê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE