18 oktober 2023

Şer malwêranî ye

Şer felaketeke dojehî ye, destpêkirin rehet e, dawî felaket e.

Destpêkirina şer ji aştiyê, ji lihevkirinê rehettir e, lê dawiya şer ji aştiyê felakettir e.
Hamasê bi êrîşa xwe wer bawer kir ji filitîniyan ra karekî baş kir. Gelek kêmaqilên filistînî, ereb, kurd û yên miletên din jî jê ra li çepikan xistin.
Piştî 11 rojan em dibînin êrîş bû sebebê malwêranî û tirajediyeke mezin.
Dema şer diqede meriv felaketê û malwêraniyê dibîne. Lê poşmanî pere nake, tiştê çûye bi paş da nayê.


Dibê filistînî fêm bikin bi tevgerên îslamî ewê tiştekî bi dest naxin, ewê tim li zirarê derkevin.
Dibê filistînî xwe ji Hamasê û tevgerên îslamî xelas bikin. Bi terorê, bi kuştina cihûyan ev mesele çareser nabe, riya herî baş diyalog e, lihevkirin e.

XXX

Medyaya kurd di xeberên xwe yên li ser şerê Hamasê û Îsraîl da, li ser êrîşa ser nexweşxana Al Ahlî da dibê bi temkîn be, agahiyên Hamas û aliyên filistînî belav dikin her tim wek rastiyên mitleq nebîne.

Di xeber û şiroveyên xwe da bi devê Hamasê nepeyive. Herdu alî jî kanin xeberên ne rast belav bikin.

Hamas dezînformasyonê bi zanetî belav dike. Medya kurd di xeberên xwe da bi dîqet be, bi devê aliyekî nepeyive baş e.

Di şer da derew pir tê kirin, dibê em kurd vê yekê bizanibin û di xeberên xwe da objektîf bin, nebin destik û wasita derewan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE