Îro destê min xewneke ecêb dît. Ez ji Rihayê peyatî berbî
Wêranşarê diçûm.
Piştî hinek meş, min dît li aliyê çepê rê Hemîd Kiliçaslanê(Hemîdê
Simaîl Axa)rahmetî û çend kesên din nav erda eşêf dikirin, tiştek dikirin.
Nêzî rê bûn, min ew nas kir, min destê xwe jê ra li ba kir. Rabû ji pê, got:
-Zinar, ma tu bi ku da diherî?
min got:
-Ez diçim Wêraşarê.
Kenîya, got:
Min got:
-Emer xoce(Suleyman Akkoyun) û hin hevalên din bi erebê li pey min in, ewê nuha werin min hildin. Min got ez hinekî bimeşim.
Got:
-Minê bigota were ez çayekê bidim te, lê me tiştek bi xwe ra neaniye ser erd...
Di vê esnayê da Emer xoce bi pîqabeke sipî, got xirt û li kêleka min sekinî.
Emer
ji ser dîreksîyonê daket, hat ba min.
Wî û du hevalên pê ra jî silav dan Hemîd, çend
gotin ji hev ra gotin, em hinekî kenîyan.
Zîla saeta min lêxist, saet ji hefta ra
çarîk mabû, ez şiyar bûm, li xewna xwe fikirîm...
Min xewna xwe ji xanimê ra got. Kenîya, got mala kekê Hemîd ava be, tu nebiriya
ba xwe, qey gotiye hîn zû ye, çend salên din bijî.
Di xewnê da be jî dîtina, sohbeta bi kekê Hemîd ra kêfa min anî. Ez bi hurmet
bibîr tînim.
Gorra wî bihuşt be. Zû dereng rojekê ezê herim bibim mîvanê wî, wê
demê ewê ji min ra çayekê çêke, ezê jê ra qala vê xewna xwe bikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar