19 oktober 2023

Naziyên kompîtorê

Belkî nîv saet e bêxwedîya kompîtora min nazîyan dike, venabe, serî li min digerîne.

Viz dibe, viz dibe û venabe. 
Min çend caran girt û vekir, girt û vekir, update kir, mecbûr ma xebitî.
Zor pere dike.

Dibêjin ço ji cinetê derketiye, lê ez dibêjim şaş e, ço ne ji cinetê, ji cahnimê derketiye.

Milyaket, horî di cinetê zorê, ço bi kar naynin; ço, zor îşê zebaniyan e. Jixwe cahnime, dojeh ciyê îşkencê ye, ev ne tiştekî veşartî ye.

Sibehan gava ez vedim, bêxwediyê carnan li ciyê rehetiyê serî li min digerîne.

Wezna wê tê, tiştek tê bîra min, tam ez dixwazim çend gotinan li hev bînim, tiştekî binivîsînim, naxebite.

Kurd dibêjin wexta nêçîra min tê, guyê tajiyê min tê. Yê min jî ev mesele ye. Dema ez dixwazim tiştekî binivîsînim kompîtora min naxebite.

Lê belkî heqê wê jî heye, dinya xera bûye, tu tişt li ser hewala xwe nemaye.

Misilmanan jiyan li xwe jî, li dinyayê  jî kirine dojeh, ma kompîtorê çima xera nebe, çima ewê problemê ji min ra dernexîne?

Lê gelşa ew ji min ra çêdike zêde ne mezin e, piştî çend deqîqeyan çareser dibe.

Gelşa misilman, ereban derxistiye bûye hilika ereb, tu carî çareser nabe. Nigê kê di guyê ereban bigire jê pak nabe…
Nigê me û cihuyan tê gerîya ye, emê çawa jê pak bibin ne diyar e.
Yê cihuyan ereb tenê ne, yê me kurdan tirk û faris jî hene, karê me zahmettir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE