Cihûyên li Tirkiyê piştî banga Îsraîl ji Tirkiyê direvin, vedigerin welatê xwe.
Tirkiye ne îro tenê, tu carî ji cihûyan(yahûdiyan) û ji amerîkiyan ra nebûye cî û warekî
ewle.
Tirk, hukûmetên wan her tim bi çavê neyar li cihûyan û li amerîkiyan dinêrin.
Îsraîl, Amerîka çi çêyiyê bi Tirkiyê bikin jî bêfêde ye, ji bo tirkan dîsa jî
ew neyar in.
Lê ne Tirkiye tenê, li her welatê îslamî cihû nêçîra misilman in, gava dilê wan xwestiye wek gurên har çûne ser cihûyan, ew kuştine û bi çolan xistine.
Xwedê kir
dewleteke cihûyan heye, di rojên teng da wan diparêze. Aqûbet li serê me jî.
Miletê bêdewlet wek şervanê, leşkerê destvala ye.
Em kurd miletekî bêdewlet, bêkes û bêpişt in, lema jî em tim nêçîra gur û hiçan
in. Tirk, faris û ereb gava xwestine em kuştine, em bi çolan xistine.
XXX
Saetekê hurobî ye, bi salan rezîlî ye. Hemasê bi êrîşa xwe ya 17ê mehê kir
helahela, li Xezayê, di nav erb û misilmanan da bû hurobî, bû kêf û şahî.
Lê
dawî bû perîşanî, rezîlî, malwêranî. Bi hezaran însan hatin kuştin, bi hezaran
perîşan bûn, bi çolan ketin.
Dibê meriv destê xwe mala xwe neşewitîne. Hemasê ji ber îdeolojiya xwe ya antîsemîst filistînî perîşan kirin, dibê flistînî ji xwe ji tevgerên îslamî xelas bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar