20 oktober 2023

Kurdekî şelafê tirkan heqaret li kurdan kiriye

Levent Gultekin nivîskar û rojnamevanekî kurd e, lê bûye şelafekî tirkan.

Di kanala telewîzyonekê da heqaret li kurdên azadîxwaz, serxwebûnxwaz kiriye, gotiye:

”Bi hin kurdan ra xeyala çêkirina Kurdistaneke mezin heye. Bi vê xeyalê kurd ewê bibin qeşmerên Amerîkayê û Îsraîlê.”

Vî şelafî çend sal berê di telewîzyona IMCê da got ”ji bo ku ez kurd im keç nedan min. Malbat hemû li dij derket.”

Û nuha jî vê heqaretê li kurdan dike. Merivê bêesalet, bêşezsîyet wek gogerçîna teqlebaz e, kane her teqleyê bide xwe. 

Durûtî, şelafî ji bo merivê bêşexsîyet ne şerm e, li gorî demê, li gorî berjewendiyên xwe dikeve her kerasî.

Hetanî çend sal berê kesî nizanîbû kurd e, demekê xwe nêzî kurdan kir, got ez kurd im. Belkî ji bo kursiyekê li kurdbûna xwe mukir hat.

Lê nuha jî henekê xwe kurdên azadîxwaz dike, dibêje yên Kurdistanke serbixwe dixwazin qeşmer(soytarî)ne, zilamên Îsraîl û Amerîkayê ne.
Ji bo ku dijminên me îro xurt in ma dibê em dev micadele û "xeyala" azadiya xwe, xelaskirina welatê xwe berdin?
Tiştekî wiha bêxîretî û teslîmîyet e.
Xelkê welatê me bi darê zorê ji me sitendiye, em jî dixebitin, hewil didin welatê xwe azad bikin.
Şaşiya vê çi ye?
Wek kurdekî çima tu henekê xwe bi vê micadelê dikî, çima tu têkoşerên vê micadelê dikî qeşmerên(soytariyên)Amerîkayê û Îsraîl?
Tu bêxîret î, tu teslîmî dijmin bûyî, bi te ra azm û îradeya micadelê nemaye, lê her kes ne wek te ye.

Bêyî kurdan şelafên wiha, xayinên wiha ji nava tu miletekî din dernakeve.
Wek kurdekî meriv çawa kane hewqasî li dijî azadî û serxwebûna miletê xwe be?
Bi hezaran kurdên wiha hene.

XXX

Rûvî nediçû qulikê rabû hejikek bi dêla xwe ve kir.

Kurdên, îslamîyên bûne zilamên Tirkiyê, xulamtiya Tirkiyê ne bes bû, bûne hefadên filistîniyan jî.

Ji miletê xwe ra tiştekî naxwazin, rojekê li dijî zulma li miletê wan dibe dernayên, lê bûne fedaiyên tirkan, filistîniyan û misilmanan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE