20 oktober 2023

Di heqê kurdan da tu çi difikire?

Çend sal berê fîlozof û sosyologê sloven Slavoj Zîzek, ji bo ku meriv bizane erebek demokrat e, ne demokrat Gotibû:

”Gava hevalên min ên ereb dibêjin ”ez demokrasiyê diparêzim” ez bi vê pirsê wan test dikim: Tu di heqê kurdan da çi difikirî? ”

Meriv vê metodê ne ji bo naskirina ereban tenê, ji bo tirkan û farisan jî bi kar bîne, eynî testê ji wan jî bike, ”di heqê kurdan da tu çi difikirî” ?

Bi bersîva vê pirsê kî çi mal e diyar dibe…

Çimkî ev pirs eynî wek kevirê mîhengê(teneşîrê) ye, tavilê eyarê însên eşkere dike, kî çi mal e, çend eyar e derdixîne ortê.

XXX

Tirkiye dîsa Kurdistana Rojava topbaran dike. Dema generalên tirk bînteng dibin, karekî bikin nabînin ji dêlî bi gûyê xwe bilîzin, ya jî qûna xwe biqurinçînin, ya jî hevdu bahbûs bikin, Kurdistana Rojava topbaran dikin.

Neteweyên Yekbûyî rojekê jî li dijî vê terora Tirkiyê derneketiye. Lê ji bo filistîniyan beyanê li ser beyanê dide. Çimkî terorîzekirina kurdan ji bo tirkiyê serbest e, ne sûc e.

XXX

Ferhad Mûsa û Viyan Hesen jî kitêbek li ser ”Rêzimana Kurmancî” zêde kirine. Ser xêrê be.

Ez meraq dikim, gelo çend kitêb li ser ”rêzimana kurmancî” hene?

Ji bo çi kitêbên li ser giramerê hewqasî pir in?

Gelo merivê bi ya kîjan bike, bi kîjanê neke?

Gelo di zimanên din da jî kitêbên giramerê pir in?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE