21 oktober 2023

Du xisletên ehmeqîyê

Du xisletên esasî yên merivê ehmeq(bêmejî)hene. Yek ji van xisletan, dost û dijminên xwe ji hev nagerîne, dostê xwe wek dijminê xwe, dijminê xwe jî wek dostê xwe dibîne. Dixwaze dijminê wî, xêrnexwazê wî zora dostê wî bibe.

Xisletê din a merivê ehmeq xwe pir baqil, jîr û zana dihesibîne.

Di nav her miletî da merivên ehmeq hene, lê ehmeqên me kurdan ji yên her miletî qat bi qat pirtir in.

Bi milyonan kurdên bindest, ji hemû mafên netewî bêpar, bûne hefadên filistîniyan, ne ji bo azadî û serxwebûna miletê xwe, ji bo ya filistîniyan meş û protestoyan çêdikin, digrîn, dua dikin, cuzan didin xwendin.
Aqilê zaro, pel û pincaro, nizane jê ra çi baş e, çi xerab e.

Li dijî dagirkerî, zulm û terora Tirkiyê tiştekî nakin, Tirkiyê protesto nakin, xwe li Îsraîl radikşînin. 

Ev ehmeqiyeke mezin e. 

Lê haya wan ji ehmeqiya wan tune ye, çimkî xwe pir baqil dizanin. Aqilê mirîşkekê jî di serê wan da hebûya wiha nedikirin.

Ez nabêjim bira dijminatiya filistîniyan bikin. Ez dibêjim filistînî çawa dikin, çawa hereket dikin bira ew jî wer bikin. 

Merivê bindest dibê berê xwe xelas bike, ji dêlî here hawara xelkê ji bo azadiya xwe bixebite.

Merivê ehmeq wer bawer dike tiştê ew dike karê herî rast û herî baş e. Çimkî ehmeq e, tu carî bawer nake karekî şaş dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE