Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê Aslîka Qadir bi dengê wê yê xweş û bi
taybetî jî bi sitrana wê ”Welatê me Kurdistan e” nas dikin.
Hetanî nuha me Aslîka Qadir bi dengê wê yê xweş nas dikir, lê ew ne tenê
sitranbêjeka mezin e, ew di eynî wextê da qelemeke xurt e jî.
Bîranînên Aslîka Qadir di nav kurdan da deng da ye. Di medyya sosyal da gelkî qala bîranînên wê tê kirin, pesnê sitîla wê, wêrekîya wê tê dayin.
Bîranînên Aslîka Qadir ne tenê serpêhatiyên jinekê ne, di eynî wextê da beşekî tarîxa kurdên Sovyetê û Êrmenîstanê ye jî. Bi saya bîranînên wê emê gelek kesan nas bikin, gelek tiştê hetanî nuha nedihat zanîn fêr bibin.
Çimkî Aslîka Qadir him aktor, him jî şahida tarîxa kurdên Sovyetê ya demekê ye.
Asê xanim îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî kitêba xwe da naskirin û bi zarekî wek gezo şîrîn qala hin serpêhatî û jiyana xwe kir.
Gava meriv li Asê xanimê gudarî dikir meriv tavilê ferq dikir ew jineka kibar, minewer, zana, zarşîrîn, întellektuel, nuktedan û dildareka milet û welatê xwe ye.
Hin kesê meriv ji dûr va nas dike, dema meriv dibîne, lê gudarî dike, meriv xeyalşikestî dibe, dibêje xwezî min nedîta.
Lê bi naskirin û gudarîkirina Aslîka Qadir ez pir kêfxweş û dilşa bûm, min got xwedê kir min ev jina zana. Întellektuel ji nêz va dît û nas kir.
Xanimê li zanîngeha Êrîvanî Fakulteya rojhilatnasiyê beşa
farisî qedandiye. Mamoste û pispora edebîyata êrmenkî ye.
Farisî, darî baş zane, di nabêna salên 1985-1987a da li Afganîstanê tercumaniya
darî-rûsî kiriye.
Keçek(Stêlla) û lawekî(Arman) wê heye.
Di şerê azerî û êrmenîyan ê Qerebaxê da mecbûrî koçberiyê bû, nuha li
Almanyayê, li bajarê Nurnbergê dijî.
Min û xanima xwe bi jina zana ra bîstekê sohbet kir û bi hev ra çend risim girtin. Xanimê kitêba xwe ji min ra îmze kir.
Min kitêb nexwendiye, lema jî nikanim tiştekî li ser naveroka wê bibêjim.
Lê tiştên li ser kitêbê hatine nivîsîn û tiştê ci semînera îro da min lê gudarî kirin, bîranînên Aslîka Qadir berheme hêjayî pesin û teqdîrê ye.
Belkî tu jineka kurd hetanî nuha xatirayên hewqas bi cesaret, bêsansor nenivîsî ye.
Kitêb 415 rûpel e, weşanxaneya Avestayê çap kiriye. Di dawiya kitêbê da albumek dewlemend heye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar