22 oktober 2023

Gelo kurd ji Tirkiyê vedigerin welatê xwe?

Li gorî Dahîreya Îstatîstîkê ya Tirkiyê di 5 salên dawî da 2, 2 milyon kesî ji Stenbolê koçî bajarên din ên Tirkiyê û Kurdistanê kirine.

Li gorî xeberê di nava van kesan da gelek kurdên vegerîyana Kurdistanê jî hene.
Vegera kurdan a welatê xwe, terikandina bajarên tirkan pêşketine baş e, meriv kêfxweş dike.
Kurdên kanin vegerin welatê xwe dibê vegerin, di nav tirkan da nehelin. Dawiya mayina di nav tirkan da asîmîlasyon e, wendabûn e, tirkbûn e. 


Partiyên siyasî, ronakbîr dibê milet teşwîqî vegera Kurdistanê bike.

Welatê meriv wek himêza dayika meriv e, li tu dereke din meriv germiya, aramîya welatê xwe nabîne.

XXX

Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Hemasê Îsmaîl Heniyye bi têlefonê bi hev ra peyivîne. Ji hev ra çi gotine, Erdogan çi taktîk û sitratejî daye Henniye em nizanin.

Erdogan, di beyana xwe ya piştî axaftinê da gotiye:

“Hetanî li gorî sînorên 1967a dewleteke serbixwe ya Filistînê, paytexta wê Quds ava nebe meseleya Îsraîl û Filistîn bi awayekî mayînde çareser nabe.”

Ji filistîniyan ra dewleteke serbixwe dixwaze, ji ya kurdan ra jî dibêje ”korîdora terorê”.

Mêrik dijmin e, helbet ewê li dijî dewleta kurdan be. Ya xerab kurdên hevalên vê fikrê, yên wek Erdogan difikirin jî hene. 

Ew jî wek Erdogan ji filistîniyan ra dewleteke serbixwe dixwazin, lê ji miletê xwe ra naxwazin.

Kesên wiha bi eslê xwe kurd in, bi kar û emelê xwe hevalên dijmin in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE