23 oktober 2023

Heger Îran gavake şaş bavêje Amerîka ewê lêxîne

Amerîka û Îran baş xwe li hev sor dikin. Amerîkayê do eşkere ji Îranê ra got, ji Libnanê cepheyekê li hemberî Îsraîl veneke û çeteyên xwe yên wir bera Îsraîl nede.

Heger tu li hemberî Îsraîl cepheye duduya vekî, cepheya sisiya jî em in.

Ev tê wê maneyê heger Hizbullaha Libnanê êrîşî Îsraîl bike, Amerîka ewê li Îranê xîne. Ev sedîsed e.

Tirkiye jî di devê topê da ye. Heger Tirkiye jî wek Îranê eşkere here piştgiriya Hamasê ewê jî sîleyeke baş bixwe.
Lê Erdogan zane bivik tê da heye, lema jî hetanî nuha zêde bi pêş da neçûye.

Her tişt girêdayî ketina Îsraîl ya Xezayê ye, heger Îsraîl têkeve Xezayê û dest bi şerê Hamsê bike îhtîmal heye şer mezin bibe. 

Ew jî girêdayî şêla Hizbullah û Îranê ye, bêdeng bimînin tişt nabe. Lê heger ew jî herin alîkariya Hamsê şer ewê pir mezin bibe.

Dema Hizbullah, Libnan, Îran, Sûriye, belkî Îraq jî tevî şer bibin û Amerîka û hin welatên Ewrûpa jî li wan xîne, li Ewrûpayê jî ewê tevliheviyên mezin çêbibin.

Hundur mala Ewrûpayê ne saxlem e. Li dora 50 milyon misilman li Ewrûpayê hene, ji vî 50 milyonî herî zêde 4-5 milyon ne antîsemîst û ne antî Amerîkan e.

Çepên misilman jî bi qasî îslamîstan antîsemîst û antîamerîkan in.

Beşekî mezin yê vê nufûsa pir, ereb, tirk, pakistanî û gelekên din ewê Ewrûpa Rojava bişewitînin.

Li hin welatên Ewrûpa bi milyonan, li hinan jî bi sedhezaran misilmanên fanatîk û hevalên Hamasê hene. 

Piraniya vê nufûsa misilmanan, ereb, tirk, pakîstanî, afgan ewê li şerê Îsraîl û ereban temaşe nekin, ewê jî li Ewrûpayê cepheyekê vekin.

Siyasetmedarên ewrûpî, îstîxbarat û artêşên welatên Ewrûpayê, ronakbîr û çepên ewrûpî pir korfahm û totikvala ne, îslamî, misilmanan qet nas nakin.

Ewrûpiyê li hemberî Îsraîl piştgiriya Hamasê, filistîniyan bike ya pir ehmeq e, ya zir dîn e, wek mezlûmê alîkariya celadê xwe bike.

Hedefa ereban û misilmanan Îsraîl ji ortê rakin û cihûyan jî bikujin û ji herêmê celî bikin. Kî piştgiriya vê jenosîdê neke ew kes, ew welat hedef û neyarê ereban û misilmanan e.

Wek mesela me û Tirkiyê û tirkan. Tirkiye dibêje yê dost û dilxwazê kurdan be, piştgiriyê bide kurdan neyarê me ye.

Ereb û misilman eynî tiştî ji bo piştgiriya Îsraîl dibêjin. Dostê Îsraîl, dijminê eraban û misilmanan e.

Ewrûpî di rojên pêş da ewê bibînin bi piştgiriya filistîniyan û îslamîyan, misilamanan çi xwelî li serê xwe kirine, çi belayeke mezin anîne serê welatên xwe û miletên xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE