23 oktober 2023

Antîsemîtîzim li Ewrûpayê rabûye pêdarê!


Do êvarî li paytexta Swêd li Stockholmê, bi hezaran ereb, misilman û swêdî Îsraîl protesto kirin, piştgirî dan filistîniyan û Hamasê, bi yekdengî gotin:
"Sîyonîzmê bipelixînin, întîfada hetanî zaferê”, "
From the river to the sea, Palestine will be free/Ji çem heta deryayê Filistîn ewê azad bibe".

Yanî Îsraîl ewê nemîne, cihû ewê wek berê ji welatê wan werin derxistin, ew erd ewê ji ereban ra bimîne.

Neyartiya cihûyan, antîsemîzma çepên ewrûpî ji ya ereban, misilmanan ne kêmtir e.

Antîsemîtîzim di xwîna çepeyên ewrûpî da heye, lema jî bi kîn û nefreteke mezin neyartiya Îsraîl dikin û piştgiriyê didin filistîniyan û terora wan a li hemberî miletê cihû.

Çepên ewrûpî, dîndarên ewrûpî di dereceya fanatîzmê da antîsemît in, lema heyranê filistîniyan in, bi dil û can piştgiriyê didin qetlîamên filistîniyan. 

Ji teror û qetlîamên terorîstên filistînî ra çavên xwe digrin, tu carî ji dil, bi kîtlewî wan protesto nakin.

Xwedê kir Amerîka li pişta Îsraîl e, ne Amerîka bûya ereb û misilmanan ji zû da Îsraîl dagir kiribûn û cihû giş qirr kiribûn.

Kî rexneyekê li teror û antîsemîtiya filistîniyan, misilmanan bibigire, di cî da mohra ”îslamîfobîtiyê”, mohra neyartiya misilmanan lê dixin.

Ereban, misilmanan Ewrûpa li cihûyan kirine dojeh, cihû qefle bi qefle Ewrûpayê ji ber terora ereban, misilmanan diterikînin, dewletên Ewrûpa giş jî li vê terorîzma ereb û misilmanan temaşe dikin.
Lema jî swêdî, îngilîz, alman ne êrîş û qetlîama Hamasê, Îsraîl protesto dikin. Piştgiriyê didin terora filitîniyan.

Li seranserê dinyayê li dora 15 milyon cihû(yahûdî)hene. Li Îsraîl nufûsa wan 6 milyon e. Piştî gelek qetlîamên mezin û bçûk bûne xwedî dewleteke biçûk, lê misilman û çepên ewrûpî viya ji wan ra pir dibîne, dixwazin Îsraîl ji ortê rakin.

22 deletên ereb hene, nufûsa wan 450 milyon e. Bi 22 dewletan çavê wan bar nabe, dixwazin Îsraîl dagir bikin, dewletên xwe bikin 23.

Alema îslamî û piraniya dinyayê jî piştgiriyê dide vê çavnebarî û çavbirçîtiya ereban.
Filistînî, ereb bi dînê xwe, bi kultura xwe neyarên xiristiyan in, ji wan ra dibêjin kafir, lê dîsa jî ne xema ewrûpiya ye. 

Tiştê el Qaîdeyê, Daîşê û hêzên îslamî anîne serê wan ji bîr dikin, dixwazin ereb zora Îsraîl bibin. Ewrûpî bi destên xwe gorra xwe dikolin. 

Gelek welatên Ewrûpa ji dest çûye, ketiye destê ereb û misilmanan haya wan ji wan tune ye. Ji van welatan yek jî Swêd e. Swêd êdî ne Swêda swêdiyan e, ji swêdiyan bêtir bûye ya ereban, misilmanan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE