23 oktober 2023

Îslamîyên kurd çima ne li dijî dewletên dagirker in?

Pirseke min ji zana û ronakbîrên kurd, ji siyasetmedar û sosyologên kurd heye. Pirsa min ev e:
Îslamîyên kurd çima ne antîkolonyalîst in, çima ne li dijî dewletên welatê wan dagir kirine?

Îslamiyên ereb, tirk, faris, afgan, pakîstanî, afrîqî, asyayî yanî tevgerên îslamî hemûyên wan nasyonalîst in, antîkolonyalîst in. Hemû jî li dijî dagirkeriya welatê xwe ne. 

Gava welatê tê tê dagirkirin radihêjin keleşkofên xwe û şerê dagirkeran dikin.
Tenê îslamîyên me ne wiha ne, ne xwedî paradîgmayek antîkolonyalîst in.
Ev çima wiha ye?

Çima piraniya îslamîyên me ne nasyonalîst in, ne antîkolonyalîst in, heval û dostên dagirkerên welatên xwe ne?

XXX

Malpera HEMHALê bi Firat Aydinkaya ra hevpeyvîneke muhteşem kiriye. Firat Aydinkaya li ser şîdeta îslamî, mesela filistîn û antîzemîzma misilmanan û bêşiûrî û nemillîbûna îslamîyên kurd tespîtên pir muhîm dike, tiştên pir muhîm dibêje.

Îslamiyên kurd çima ne xwedî îdeolojî û paradîgmayeke antîkolonyalîst in?

Îslamîyên kurd li hemberî dagirkeriya welatê xwe çima dengê xwe nakin?

Çima li hemberî zulma li miletê wan dibe bêdeng in, lê ji bo filistîniyan dixwazin herin cepheya şer?

Camêr li ser van meselan û gelek meseleyên din tiştên pir hêja dibêje.

Ji ber ku hevpeyvîn bi tirkî ye parve nakim. Lê kesên bi tirkî zanin bixwînin, hevpeyvîneke hêjayî xwendinê ye. Wexta xwe nedin xwendina tiştên vala û berradayî. Nivsîsên wiha asoya meriv fire dike, meriv tiştekî jê fêr dibe.

XXX

Bira vêsê jî destpêk bi çend gotinên pêşiyan be.

-Eyarê bênamûsan fire ye.

-Barê keran tiving bin jî dîsa gur ewê wan bixwin.

-Zimanê sor, pêşî ne gelî ye, ne zixur.

-Serîyo bi xwîno, ji destê zimîno.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE