24 oktober 2023

Hamasê bi êrîşa 7ê cotmehê arî li serê xwe kir !

Hûn bi qedrê Xwedê dikin, Hamasê bi êrîş û qetlîama xwe ya 7ê cotmehê ji filistîniyan ra çi bi dest xist?

Îranê, Qeterê û Tirkiyê serokên Hamasê pîj kirin, halan di wan hildan, ew ajotin nav êgir. Wan jî bi koranî ev felaketa mezin anîn serê gelên filistînî û cihû.

Serokên Îranê, Tirkyê, Qeterê baş zanîbûn piştî qetlîameke hewqasî mezin bersîva Îsraîl jî ewê sed qatî jê mezintir be.

Meriv ne dijmin be riya felaketeke  wiha mezin nade ber dostê xwe. Dost û hevalên xerab, ehmeq riyên xerab bi ber meriv dixînin, felaketên mezin tînin serê meriv.

Ez bawer nakim Hamasê ev êrîş bêyî haya Îranê, Tirkiyê û Qeterê kiribe. Belkî haya Rûsyayê jî pê xistibin. Hin îdîayên wisa hene.

Serokên Hamasê dibê nehatana lîstika Îranê, Tirkiyê û Qeterê û dînîtiyeke wiha nekirina.

De bira Îran, Tirkiye, Qeter û Pûtîn werin wan biparêzin, werin rê li ber vê felaketa mezin bigrin !

Dibê serokên Hamasê rabin, rûnin bibêjin, me çi kir, çi kir, me arî li serê xwe kir.
Bi kuştinê, bi terorê mesela Filistîn û Îsraîl çareser nabe.

Bi kuştinê cihû naqedin, Îsraîl têk naçe. Dibê filistînî, ereb vê rastiyê êdî fahm bikin.

22 dewletên ereban hene, bi dewleteke cihûyan jî hebe. Dibê ereb vê yekê qebûl bikin. 

Hetanî Amerîka, welatên Eweûpa hebin ereb nikanin zora Îsraîl bibin. 

Dibê ereb dev ji vê hedefa irqçî, tunekirina Îsraîl berdin, Îsraîl qebûl bikin û gelşa nabêna xwe bi dîyalogê, bi riyeke aştîyane çareser bikin.

Ev yek ji bo me kurdan jî wisa ye. Dibê ereb, faris û tirk dev ji înkara me berdin, çêbûna Kurdistanê qebûl bikin. 

Hetanî kurd jî nebin xwedî dewlet li herêmê tu aştî û rehetî çênabe, ewê tim şer û teşxele be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE