25 oktober 2023

Şer ne dawet e

Piştî qetlîama Hamasê ya 7ê cotmehê li Îsraîl kir, li Tirkiyê, li Kurdistanê, li gelek bajarên Ewrûpayê bi sedhezaran însan daketin kolanan û wahşeta Hamasê pîroz kirin.

Filistînî ji kêfa firiyan, li Xezayê, li gelek deran bû hela hela wan, ji qetlîamê ra li çepika xistin.

Dûra, dema Îsraîl dest bi bombebarana Xezayê kir, malwêranê çêbû, vê carê jî dest bi protestokirina Îsraîl kirin.

Bi wahşet û qetlîama Hamasê kêfxweş bûn, pîroz kirin, bi xweparastina Îsraîl kirin qêrîn û hawar, bombebaran şermezar kirin.

Tu carî hewqas însanî di demeke hewqas kin da, bi rengekî hewqasî vekirî sextekarî, durûtîya xwe eşkere nekiriye.

Êrîşa Hamasê ya ser gelê Îsraîl nîşan da kî hevalê qatila ye, kî hevalê mezlûma ye, kî dilreş e, kî dilpak e?

XXX

Gorra tu ji hevalê xwe ra bikole tu yê têkevê. Hamasê got belkî bi êrîşê ewê Îsraîl mecbûrî tiştekî bike, lê ew perîşan bû.

Qatil wek mişk û xiltan ketine binê erdê, xelkê sivîl jî terkî perîşaniyê û mirinê kirine.

We şer derxist, wê demê derkevin şer bikin, milet bidin alî.

XXX

Serokê Tirkiyê him hevalê Hamasê ye, him dixwaze di nabêna Îsraîl û Hamasê da bibe kevoka aştiyê. Serokên Îsraîl hewqasî ne saf û kêaqil in.

Tirr û terawîh tev nabin. Her kes viya zane.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE