Yekî ji Partiya Komunîst a Tirkiyê hebû. Navê wî Kemal bû, paşnavê wî nayê bîra min. Zûda ye miriye.
Li Tirkiyê serokê sendîkayekê bû. Piştî înqîlaba(derbeya) leşkerî ya
12ê îlona 1980î ew û çend havlên xwe hatin
îltîcayî Swêd kirin.
Komeleyên me di eynî bînayê da bûn. Me carnan hevdu didît, sohbet dikir.
Kurd bû, lê negot ez kurd im, digot ez tirk im.
Rojekê di sohbeteke me da got:
-Pederê min jî kurd bû.
Levent Gultekînê kurd jî gotiye, ”bavê min kurd e, ma ezê çawa heqaretê li kurdan bikim?”.
Ev gotina Levent Gultekîn jî bû wek gotina Kemalê sendîkacî, bavê wî kurd e, lê ew nabêje ez kurd im. Bavê xwe dike kurd, lê xwe nake kurd.
Merivekî kurd, xwe kurd bibîne nabêje ”bavê min kurd e”.
Meriv dibêje ez kurd im.
Lê ji bo ku mêrik xwe kurd nabîne, bi riya bavê xwe bi kurdan ra merivantiya xwe îfşa dike.
Bi rastî jî ev mêrik yekî tam sût e, meriv ne sût be nabêje ”bavê min kurd e.”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar