25 oktober 2023

Erdogan terorîstên Hamasê wek "şervanên azadiyê" silav kir

 

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro di axaftina xwe ya parlamentoyê da gotiye, ”Hamas ne rêxistineke terorîst e, ew rêxistineke rizgarîxwaz a welatê xwe ye. Ew şervanên azadîyê ne û ew sefera xwe ya Îsraîlê betal dike, naçe Îsraîlê.

Li gorî nûçeya Reutersê Erdogan gotiye:

-Hamas ne rêxistineke terorîst e, ew rêxistineke rizgarîxwaz a welatê xwe ye. Ew şervanên azadîyê ne. Ez serdana xwe ya Îsraîlê betal dikim, naçim Îsraîlê. Min li Davosê ji serokwezîrê berê yê Îsraîlê re got, ‘Hûn baş dizanin zarokan bikujin.

Mêrik Hamas parastiye, lê li alî din jî ji ber operasyona ser Xezeyê ya li hemberî Hamasê Îsraîl şermezar kiriye.

Mêrik Hamas parastiye, lê li alî din jî ji ber operasyona ser Xezeyê ya li hemberî Hamasê Îsraîl şermezar kiriye.

Hamasê di êrtîşa xwe ya 7ê cotmehê da herî kêm 1400 cihû, kal, pîr, jin zarok, bi rengekî hovane kuştin. Terorîstan wek celadan serî jêkirin.

Li dora 250 kesî revandin, di nav da gedeyên 7-8 mehî hene.
Erdogan viya qetlîamê normal dibîne, şermezar nake, celatên ev jenosîd kirin jî wek ”şervanên azadiyê” bi nav dike. 

Lê operasyona Îsraîl rexne dike, ji ber wê serdana xwe ya Îsraîl betal dike.

Erdogan tu carî dilsozî û hevaltiya xwe ya bi Hamasê ra venaşetiye. Li dijî Îsraîl her alîkarî daye Hamasê û her rêxistina terorîst, îslamî.


Yanî ev beyana Erdogan ne surprîze, mêrik hetanî nuha çi gotiye, ew tişt dubare kiriye.

Erdogan kirinên zilamên xwe, terorîstên xwe mahkûm nake, helbet ewê biparêze.


Haya Erdogan ji êrîşa Hamasê hebû, ne mimkûn e Hamasê ew agahdar nekiribe.

Amerîka, NATO, Yekîtiya Ewrûpayê vê yekê zanin, lê ji ber ku pîs in, pûlperest in, tirsonek in, durrû û bêşexsîyet in newêrin tiştekî ji Erdogan ra bibêjin.

Heger serokên ewrûpî ne merivên bênamûs bin ewê bersîvekê bidin Erdogan. 

Çimkî Tirkiye enadê Natoyê ye, endamekî NATOyê dibê jenosîdeke wiha neparêze, terorîstên vê jenosîdê wek ”şervanên azadiyê” nebîne.


Lê serokên ewrûpî hewqasî pîs in yekê jî dengê xwe neke.

Gelek serokên Hamasê, mîna serokên çeteyên swêdî li Tirkiyê di ewlehiyê da dijîn, gelekên wan bûne hemwelatiyên Tirkiyê. 

Amerîka, NATO, Yekîtiya Ewrûpa vê yekê zanin, lê newêrin ji tiliya xwe jî berbî Erdogan bikin. 

Yanî ev bêperwatiya Erdogan ji ber bêxîretî û tirsonekiya berpirsiyarên emerîkî û ewrûpiyan tê. 

Ew dengê xwe nakin, Erdogan jî terorîstan, çeteyên mafîayê diparêze, organîze dike û dema hewce be bi kar tîne.

PKKê wê li Anqerê li parqekê teqînek kir, pozê tirkekî xwîn nebû, lê Erdogan dîsa jî qiyamet rakir, Kurdistana Rojava bi rojan da ber topan û bombeyan.

Lê qetlîama terorîstên Hamasê diparêze, qatilan wek qehremanên azadiyê dibîne.

PKKê li hemberî tirkan qetlîamake hewqasî mezin kiriba,  misilmanan, çepên tirk û ewrûpî ewê negotina sûcdar Tirkiye ye, ewê piştgirî nedana kurdan û li dijî Tirkiyê beyanên prptestoyê belav nekirina.

Hêzên çep û îslamî terora filistîniyan wek şerê azadiyê dibînin, çalakiyeke PKKê ya herî biçûk jî wek terorê dibînin. Çimkî çep û îslamî antîsemît in, lema jî piştgiriyê didin teror û qetlîama Hamasê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE