26 oktober 2023

Jêketo pêketo

Em kurd miletekî bêşans in, ji me ra xerab hatiye, beroşa me bermeqlûb bûye.

Wexta xerab were ji her hêlê da xerab tê. Halê me kurdan berê ne tu hal e, em bindest û perîşan in. 

Welatê me hatiye dagirkirin, em ketine bin destên çar dewletên hov û zalim.
Ev ne bes e, xerab û pîsên me jî pir in, wek xerzê kulî ne; nahêlin em pişta xwe rast bikin.

Pêşiyên me ji bo kesên wiha gotine ”jêketo pêketo”!

Ji me ketine, bûne hefad û leşkerên dijmin û bi canê me ketine. 
Ne ji bo bindestiya miletê xwe, ji bo filistîniya hêsiran dibarînin; ne ji bo azadî û serxwebûna miletê xwe, ji bo filistînîyan xwe didirînin.

Ev xwefiroş û cahşên bûne peyayên dijmin bi navê dîn û îmanê, bi navê îslamîyetê gelek kesên saf, nezan xapandine, ji doza kurd û Kurdistanê dûr xistine, kirine zilamên dijmin.

XXX

Piraniya îslamîstên tirk û kurd, çepên tirk û kurd qetlîama Hamasê ya di 7ê cotmehê da li Îsraîl kir bi heq dibînin, diparêzin û jê ra li çepikan dixin.

Heger hêzeke kurd jî qetlîameke wek a Hamasê li hembrî tirkan bike, hûnê wê jî rast bibînin û biparêzin?

Çimkî tiştê Tirkiyê anîye serê kurdan ji ya filistîniyan gelkî xerabtir e.

Welatê me jî hatiye dagirkirin.

Tirkiye jî zulmê li me dike, me dikuje, gund û bajarên me bombebaran dike. Tu mafekî me yê netewî qebûl nake, me mecbûrî tirkbûnê dike.

XXX

Dibê meriv zêde pesnê partiya xwe, pesnê serokê xwe nede. Xelk di qulika derzîyê ra li mere dinêre.

Însan ne li pesin û fortên vala, li fêza meriv dinêrin.

Kê ji miletê xwe ra çi bi dest xistiye?

Pîvan ev e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE