27 oktober 2023

Levent Gultekîn xwe bi carê da hetikand

Levent Gultekinê gotibû ”bavê min kurd e”, vê carê xwe bêtir hetikandiye, ji bo ku hukûmeta Erdogan şahiya sed saliya Tirkiyê ji bo rewşa Xezayê betal kiriye, mêro pir xemgîn û dilşikestî bûye, gotiye:

”Tirkiyê gerek 100 saliya xwe bi coşeke mezin pîroz bikira. Hukûmetê ji ber hinceta rewşa Xezayê şahî betal kir; ev yek ne tiştekî were fêmkirin. Em şahiyekê çêdikin, sed saliya welatekî pîroz diikin.
Li gel şêla hukûmetê, mixalfet çima pêşengiya vê yekê nake pir ecêb e.”

Begefendî bi vê şelafiyê dixwaze xwe bi tirkan bide hezkirin, belkî tirk jê ra bibêjin eferim, mêrik wa ye bûye tirkekî nasyonalîst, dixwaze pîrozbahiya sed saliya Tirkiyê bibîne.
Yanî armanca vê şalûziyê şelafiya ji tirkan ra, dixweze xwe bi tirkan şîrîn bike.

Bi avabûna Tirkiyê ra kurd ketin bindestiyê, welatê wî Kurdistan ji destê miletê wî çû; bêxîreto bi viya xemgîn nabe, bi nepîrozkirina pîrozbahiya sed saliya Tirkiyê xemgîn dibe.

Levent gultekîn ne merivekî nezan û cahil e, zane çi dibêje, zane ev gotina wî tê çi maneyê.

Kurdekî bi ruhê xwe nebûbe tirk tiştekî wiha nabêje. Bi vê gotina wî jî diyar dibe bavê Levent Gultekîn kurd e, lê ew bûye tirkekî kemalîst.

XXX

Tirkiye dixwaze here hewara Hamasê, şerê Îsraîl û Amerîkayê bike, lê newêre, zane bivik têda heye, ewê bişewite. Ji dêlî wê, Kurdistana Rojava topbaran dike.

Tirk xurtên me, tim wa kirine. Gur eyarê xwe navêje. Kurmê şîrî, heta pîrî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE