27 oktober 2023

Kurdan kurmancî kirine gêrmiya gavana

Kurmancî ji du cepheyan da di binê êrîşeke mezin da ye; yek asîmîlaston e, ya din jî tirkmancîya hin edîb û nivîskarên me ye.

Kurmancîya hinekan min matmayî dihêle. Gava ez nivîsên wan dixwînim, ez dibêjim belkî ez xerîbekî baş kurmancî nizanim.
Tuxtorê nezan meriv ji cên, mell nezan meriv îmanê dike. Hin kesên hîn îmlayê, rastnivîsê fêr nebûne, bûne nivîskar û rexnegir û zimanzan.

Heger wiha dom bike(ewê dom bike)piştî çend salên din ezê nivîsên kurmancî ji mecbûrî bi translatê tercumeyî swêdî û tirkî bikim.

Lê Xwedê kir ez kal im, ezê wan rojan nebînim.


XXX

Ji şansê me yê xerab ra roj li dereke xerab li me çû ava, em di ciyekî teng da hatin girtin.

Em virda davêjin nabe, wirda davêjin nabe, em bi firêqetiyê nakevin.

Emê jî li ber xwe bidin heta roj li me hiltê. Riyeke din xuya nake.

XXX

Dibêjin xêrê bixwaze bira xêr were pêşiya te. Wele me tim xêr xwestiye, me xerabî bi kesî nekiriye.

Lê tu carî xêr nehatiye pêşya me; tim bela û şer, mirin, rev û koçberî bûye para me.

Yanî heta nuha me ji xêrê tu xêr nedîtiye.

Lê ya xerab, xerabî jî ji me nayê, hukmê têrê nake.

XXX

Hin kes daxwazên hevaltiyê ji min ra dişînin lê kilît li derî û paceyên profîlên xwe xistine, meriv nizane kî ne, li ser çi dînî ne.

Ez daxwazên kesên profîlên wan kilîtkirî qebûl nakim.

Kesê ez dikim hevalê xwe dibê ji profîla wî hinekî nas bikim.

2 kommentarer:

  1. Bijît xalê Zinar / M. Elî

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ez nizanim kêfa te ji çi ra hatiye, lê sebeb çi be, ji çi ra be jî mala te ava be.

      Radera

PARVE BIKE