27 oktober 2023

Kûçik ji merivê destvala natirse

Xezal ji çinda bikeve dibe seyd. Em ji desthilanîn da ketine, lema em bûne seyda(nêçîra)Tirkiyê.

Her roj kûçik û tajiyên wan li pey me ne, nêçîra me dikin.
Îro dîsa bi dronerê êrîşî Dêrika Hemko kirine, fermandarekî HSdê û zarokek kuştine.
Heger dewleta me hebûya me yê jî wek Îsraîl bersîveke baş bida wan, ewê tobe bikirana careke din destên xwe di xwîna me nedigerina.

Nuha Kurdistan bûye wek gundekî bêkûçik. Mêrikan şayişê ji me nakin, gava dilê wan dixwaze çend bombeyan bi ser serên me da dibarînin,  ji me çend heban dikujin û li malên xwe bi kêfxweşî li vîdeoyên wahşeta xwe temaşe dikin.

Em jî digrîn, dikin fîgan û hawar û şînê dikin. Ew me dikujin, em digrîn. Heta em bêdewlet bin tirk ewê tu carî ji me netirsin û dev ji kuştina me bernedin.
Kûçik ji merivê destvala natirse. Ji bo ku em kûçikan ji xwe dûr xin, dibê em bi ço bin, bi sîleh bin.

XXX

Tirkiye dixwaze here hewara Hamasê, şerê Îsraîl û Amerîkayê bike, lê newêre, zane bivik têda heye, ewê bişewite. Ji dêlî wê, Kurdistana Rojava topbaran dike.

Tirk xurtên me, tim wa kirine. Gur eyarê xwe navêje. Kurmê şîrî, heta pîrî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE