Kûsî emelê wî pir baş bûya Xwedê ew nedikir wî qalikî.
Em tim davêjin ji dijminên xwe da, gazina ji xelkê dikin.
Meriv şûjin di xelkê ra kir, dibê derziyê jî di xwe ra ke. Li kêmasî û şaşiyên xwe jî bifikire.
Ez dibêjim heger em kurd jî wek xelk û alemê ji hev ra bûna, bi tifaq û tivdîr
bûna, me dijminatiya hev nekira, ji hev ra gulle nehelanda; gelekên me nebûna heval
û zilamên dagirkerên welatê xwe, nuha em ne di vî halê rezîl û perîşan da bûn.
Nuha em jî xwedî dewlet bûn, em nedibûn êsîrên faris, ereb û tirkan.
Go momino, seyda mino. Çiqas derd û belayê dinyayê hene bûne
para me kurdan.
Miletên herî paşdamayî, ji demokrasiyê herî bêpar, herî
zalim bûne dagirkerên welatê me.
Şansê me hebûya dagerkerekî me ewê pêşketî bûya, ewê welatekî
demokratîk bûya. Ewê hewqas zulm li me nekirana, ewê hebûna me, navê welatê me,
zimanê me înkar nekirana.
Qedera me ewê hewqasî xerab nebûya…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar