29 oktober 2023

40 saliya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê pîroz be !

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê do li qesra Senatoya Fransayê 40 saliya xwe bi şahî û konferanseke li ser dîaspora kurdî pîroz kir.

Gelek akademîsyen, pispor, siyasetmedarên xerîb û kurd li ser kurdan û dîaspora kurd semîner dan.

Ji hin welatan gelek kesên keda wan di xebatên Ensstîtuyê da hene beşdarî konferansê bûn, 40 saliya vê dezgeha kurd ya ya pir hêja û berhemdar bi hev ra pîroz kirin.

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê 40 sal berê, di sibata 1983a da hat damezirandin.

Ji bo rêxistineke li dîasporayê 40 ne hindik e. Di van 40 salên borî da Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ji bo kurd û Kurdistanê gelek xebatên hêja kirin. 

Bûrsên xwendinê da xwendekarên kurd, bi sedan kurd bi alîkarî û bûrsên Enstîtuyê zanîngeh qedandin, bûn akademîsyen û alimên hêja û ji bo gelê xwe xebatên giranbiha dikin.
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bi salan e li ser zimanê kurdî xebatên pir hêja dike.

Her sal civînên li ser zimên çê dike, ferhengeke kurmancî ya pir dewlened çêkiriye.

Ji sala 1987a vir da ye rojnameya Kurmancî derdixîne.
Di kovara Kurmancî da li ser ziman, zargotina devkî, kultur û edebîyatê lêkolînên, nivîsên pir hêja hene.

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê di warê siyasî, dîplomasiyê da jî gelek xebatên mezin û hêja kirine. Ji roja ava bûye Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bûye wek konsolosxaneyeke Kurdistanê.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, ji bo her çar perçên Kurdistanê, ji bo hemû kurdan tim bûye lobîîstekî jîr û jêhatî. 

Her cara serê kurdan ketiye tengasiyê, her cara felaketeke hatiye serê miletê kurd, li kîjan perçeyî dibe bila bibe, Kendal Nezan bi dil û can çûye hawara miletê xwe, çi ji destê wî hatiye kiriye.

Li Ewrûpayê gelek komele, Federasyon û rêxistinên kurdan ê din jî hene, tu rêxistin bi qasî Federasyona Kurdî ya Parîsê berhemdar û bi tesîr nebûye.

Bêyî Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, komele û dezgehên kurdan gişên wan ya yên partiyekê bûne, ya jî dilxwaz û nêzî partiyekê bûne.

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê tenê îstîsna vê yekê ye. Lema jî hêjayî pesn û teqdîrê ye.

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, him bi kar û xebatên xwe yên dîplomatîk, lobîyî, him jî bi xebatên xwe yên kulturî, li ser ziman, edbîyat, muzîk û folklora kurdî tiştên pir baş kirine.

Enstîtu tim wek dezgeheke netewî xebetîye, tu carî neketiye bin bandora partiyekê û neyartiya partiyeke din, hêzeke din nekiriye.

Ji ber ber vê xusûsîyeta xwe Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û serokê wê Kendal Nezan hêjayî teqdîrê ne.

Bi hêvîya dezgehên me yên wek Ensrîtuya Kurdî ya Parîsê û kesên wek Kendal Nezan zêde bibin.

Ez 40 saliya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bi dil û can pîroz dikim, ji serokê wê Kendal Nezan ra temenekî dirêj û serketinê dixwazim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE