30 oktober 2023

Erdogan çima qetlîama Hamasê parast?

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja îniyê li Stenbolê di mitînga filistîn da qetlîama Hamasê parast û wek berdevkekî Hamasê bi gotinên pir giran êrîşî Îsraîl kir, got:

"Her kes zane Îsraîl li herêmê tenê piyon e û gava roja wê hat ewê were fedakirin."
Hetanî nuha serokê tu dewleteke îslamî wek Erdogan êrîş û qetlîama Hamasê neparastiye.
Ji dêlî qetlîma Hamasê mahkûm bike, Îsraîl sûcdar kir, got, ”ey Îsraîl, emê te sûcdar îlan bikin, em amadeyiya wê dikin. Emê Îsraîl wek sûcdar li dinyayê bidin nasandin.”

Erdogan him di vê axaftina da, him jî di axaftina xwe ya meclîsê him êrîşa Hamasê parast, him jî tiştên pir giran ji Îsraîl ra gotin.
Lema jî Îsraîl ji sefîrê xwe û mamûrên sefaretê ra got tavilê Tirkiyê biterikînin. Yanî Îsraîl têkliyên xwe yên dîplomatîk bi Tirkiyê ra qut kir.

Helbet Erdogan zanîbû piştî van axaftinan Îsraîl bêdeng namîne, miheqeq ewê reaksîyoneke mezin mezin nîşan bide.

Lê ne Îsraîl tenê, Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê jî beyanên Erdogan şermezar kirin. 5 senatorên amerîkî namyek ji Bîden ra şandine, xwestine Amerîka li ser têkiliyên Tirkiyê û Hamasê, Daîşê û terorîstên îslamî lêkolînekê bide destpêkirin.

Erdogan çima wiha dike, çima qetlîama Hamasê bi vê eşkeretiyê parast?
Erê Erdogan ji tevgereke îslamî, antîsemît tê, piştgiriya wî ya filistîniyan normal e.

Lê ev şêla Erdogan, ev hefadiya Erdogan a Hamasê  ji wê wêdatir e, mesele ne tenê hevaltiya îdeolojîk û dînî ye.

Bi baweriya min Tirkiye ji Îranê bêtir di nava organîzekirina vê êrîşa Hamsasê da ye. Bi îhtîmaleke mezin ji Îranê bêtir Tirkiyê ev êrîşa Hamasê organîze kir.

Terorîstên Hamasê li Tirkiyê perwerde bûn. Jixwe serokên Hamasê, piraniya kadirên Hamasê giş li Tirkiyê ne. Di bêrîkên gişan da pasaporta Tirkiyê heye.

Serokên Daîşê û terorîstên din jî bi pasaportên Tirkiyê digerin. Di medyaya Tirkî û dinyayê da li ser vê meselê gelek tişt hatin gotin.

Ji ber ku Tirkiye dîrek di nav organîza êrîşê da bû, Tirkiyê alîkariya lojîstîk, eskerî, teknîkî da Hamasê, lema îro mecbûr e êrîşa Hamasê biparêze, li Hamasê xwedî derkeve.

Heger Hamasê neparêze, êrîşê mahkûm bike, Hamas ewê bibêje me bi hev ra êrîş organîze kir, çawa nuha hûn naparêzin, mahkûm dikin?

Yanî ji ber ku Tirkiye dîrekt di nav da ye, êrîş organîze kiriye Erdoghan bi vê eşkeretiyê diparêze.

Wekî din tu îzaheke wê tuneye. Çimkî parastina qetlîama Hamasê, parastina jenosîda Hîtler e. Erdogan zane Amerîka, dinya vê şêla wî wiha fêm dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE