Welatê lê şerm, heya nemîne şelaf, xulamok lê pir dibin. Bêarî bêşexsîyetî ye; aciznebûna ji hevaltiya dijmin e.
”Tib çiqasî bi pêş dikeve bira bi pêş keve, ewê tu carî
nikanibe qelşa tamara ara însên bîne hev, bigire.”
Hin kar, hin tiş heye nayê parastin, meriv ji ber şerm dike. Lê kesên ji tu tiştî şerm nakin jî hene.
XXX
Hin însan ji makzayî da şelaf in, pir bêheya ne. Ji bo ku
çend qurişan, îhaleyekê ji xwediyê xwe bigrin her şeqlebaniyê dikin, her
rezîliyê diparêzin.
Çimkî merivê şelaf ji tu kirineke xwe şarm nake, lema ji
hevaltiya dijmin ra jî li çepika dixe.
Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê beşdarî pîrozbahiya 100 saliya avabûna Tirkiyê
bûye. Konsulê Tirkiyê bi zanetî pasta pîrozbahiyê bi wî, bi Sefîn Dizayî û bi barzanîyekî
din daye birrîn. Ev yek skandaleke mezin e. Ev beşdariya Nêçîrvan Barzanî tê maneya wî dev ji Kurdistana di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye berdaye.
Hin kurd vê xwelîseriyê diparêzin, dibêjin ev şertekî dîplomasîyê
ye.
Bi avabûna Tirkiyê ra Kurdistan hat dagirkirin, kurd ketin bindestîya tirkan. Tirk
îro vê serketina xwe, vê bindestiya kurdan pîroz dikin?
Kurdekî şiyar, kurdekî li dijî dagirkeriya welatê xwe 100 saliya Tirkiyê pîroz nake,
pasta wê nabirre.
Tu hincet, tu dîplomasî û siyaset vê xefleta Nêçîrvan Barzanî
rast nabîne.
dîbekî filîstînî jî beşdarî avabûna Îsraîl nabe û pasta avabûna wê nabirre.
Dinya xera bibe serokê Yûnanîstanê beşdarî pîrozbahiya 100 saliya Tirkiyê nabe,
pasta wê nabire.
Lê Nêçîrvan Barzanî û partiya wî di pîrozbahiya 100 saliya Tirkiyê da tu gelşê
nabîne.
Çimkî ew Tirkiyê êdî wek welatekî dagirker nabînin,ew êdî ne li dû azadkirina Kurdistanê ne.
Çimkî ji bo Nêçîrvan Barzanî Kurdistan tenê beşê wî ye, beşên din çûne. Ji bo wî tiştê çû meriv
nade dû.
Lema jî bi kêfxweşî beşdarî pîrozbahiya 100 saliya dagirkirina Kurdistana Bakur û bindestiya kurdan dibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar