Hin kurd elimîne tim xelkê rexne bikin, tim qala kul û kêmasiyên xelkê bikin.
Ez ne li dijî rexnekirinê me, gava hewce be dibê meriv fikrê
xwe bibêje. Gava hewce dibînim ez jî fikrê xwe, raya xwe dibêjim, rexne dikim.
Lê gava yekî, dezgehekê, partiyekê karekî baş kir, dibê meriv wiya jî
bibêje û teqdîr bike. Heta ji min tê ez teqdîr dikim, pesnê wê xebata baş didim.
Yanî dibê meriv ji karê xerab ra bibêje xerab e, ji karê baş ra jî bibêje baş e.
Lê hin kes ne li gorî karê baş û xerab, li gorî dilxwaziyê,
partîzaniyê hereket dikin. Heger ne ji taximê wî be, ne ji cimata wî be, kî çi
karê baş bike jî naxwaze bi başî qalê bike, xwe jê ra kerr û lal dike. Ev ne pîşikekî
baş e.
Meriv xerabî rexne kir, dibê meriv pesnê başiyê, rindiyê jî bide.
XXX
Dibêjin xiraba bibîne, rinda bi bîr bîne. Heta me hêzên
îslamî li ser hukim nedîtibû me digot belkî faşîst û kemalîstên tirk yên herî
xerab in.
Lê wek mesela rahme li gorra kefendiz, her kes dibêje xwezî
bi dema kemalîst û leşkeran, îslamiyan sola kemalîstan di teqayê ra avêtine,
sed qatî ji kemalîstan, ji leşkeran xerabtir in, bêexlaqtir in, zalimtir in.
XXX
Xwezî ne li şîretkiran, xwezî li şîrethilgiran. Hin canik û
camêr fêrî şîretkirinê bûne, tim aqil didin xelkê. Lê ew bi xwe tu carî şîreteke
kesî nakin serê xwe, aqilekî ji kesî nagirin.
Dibêjin belkî kûpê êqil in.
XXX
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar