31 oktober 2023

Him nahêlin kurd bi zimanê xwe bixwînin, him dibêjin çima hûn bi kurdî nizanin?

Serokê MHPê Devlet Bahçelî, gurê pîr û koma gurên wî di meclîsa Tirkiyê da dîsa zûriyane, bûye zûre zûra wan.

Gurê pîrê devbixwîn ji parlamenterên HEDEPê ra gotiye, heger hûn me zêde biqeherînin, emê we bixun.

Hûn gurên har in, xwarin karê we ye. Dewlet li pişta we ye, kînga bixwazin ewê we berra kurdan bidin.

Devlet Bahçeliyê irqçî, faşîst ji bo ku parlamenterên HEDEPê gişên wan bi kurdî nizanin henekê xwe jî bi wan kiriye. Gotiye em nasyonalîstên tirk giş bi tirkî zanin, gelo çend parlamenterên HEDEPê bi kurdî zanin?

Însan ancax kane hewqasî bêexlaq û komîk be.
Dewleta Develet Bahçelî perwerdeya bi kurdî qedexe kiriye, nahêle kurd bi zimanê xwe bixwînin.

Û li alî din jî dibêje çima hûn zimanê xwe nizanin?

Suphî Ozgenê parêzer ji bo serbestbûna kurdî dixwaze bimeşe Enqerê, diçe kîjan bajarî rê li ber digrin, meşa wî qedexe dikin.

Bahçelî jî dibêje çima parlamenterên HEDEPê hemû bi kurdî nizanin?
Ê keftar, gurê devbixwîn, hûn nahêlin şexsek ji bo serbestbûna kurdî bimeşe, ma kurdê çawa zimanê xwe fêr bibin?

Heger hûn dixwazin her kurd jî wek tirkan bi kurdî bizanibe, dibê kurd jî wek tirkan bi zimanê xwe perwerde bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE