01 november 2023

Ker û kerîtî

Di tu kulturê da pesnê kerê reben nayê dayin. Însan ji şêr, ji pilingê dirinde hez dikin, pesnê wan didin, lê tu kes ji ker hez nake, kerê xebatkar wek heywanekî rind, muteber nabîne.

Her kes heqaretê, nav û nîçokan li kerê fedekar, xebatkar  dike.
Sebebê vê çi ye, çima wiha bûye ez nizanim. Esas ker ji bo însên ji gelek heywanan baştir e, bi fêdetir e, ji însanan ra tim kar û xizmet kiriye. Tu carî zirar nedaye însên.

Lê însanan dîsa jî sifetên ne xwş, yên wek qebetiyê, ehmeqtiyê, cahiliyê, bêterbîyetiyê kirine sifet û xusûsîyetên ker û keran.


Tenê amerîkiyan wer nekirine, wêrîbûna ker bikin maskota partiya xwe. Yanî li Amerîkayê ker hinekî muteber e.
Sembola Partiya Demokrat ker e, ya Partiya Cumhûrî  fîl e.
Rengên wan eynî ye. 

Herdu maskot jî di reng û desene ala Amerîkayê da ne; sor, hişin û çend stêrk in.

Li ser ker û kerîtiyê di kurtî da jî gelek teşbîhên ne xweş hene.
Însanan navên hin ehmeqiyên xwe, cahilî û zirzopiyên xwe li kerê feqîr kirine.

Yanî gurrîyo navê min li te, kumê min li serê te.
Wek di nav her miletî da, di nav me kurdan da jî gelek kesên totikvala, ehmeq hene. 

Di demên xerab da, şer û herban da însan baş ji hev tên gerandin, kî çi mal e xuya dibe.

Min çend peyvên wecîz li ser wan topî ser hev kirin. Fermo çend numûne.

-Keran tu carî li gorî kurtanên(palikên)wan nenirxînin, çimkî aksesuar hertim xapînok e.

-Bar neçe ber ker, ker diçe ber bêr.

-Bi kerê kulek tu nikanî hilkişî ser çiyayê bilind.

-Kerê xwediyên wî pir bin, dawiya dawî gur dixwin.

-Hey gidî dinyayê, em mane kîjan rojan ey wezîrî hunkar, ker bû wezîr, qantir bû defderdar.

-Bêxem be, ker keran diecibîne.
-Kurtanê kerê ji zêr be jî ker ker e.

-Ker nabe derwêş, bi çûn û hatina tekke yê, deve nabe hecî, bi çûn û hatina Mekke yê.

-Yê ji hespê bixeyide, ker bike hevalê rêwîtiya xwe, dere herê axur e.

-Meriv ker ji barê wî, însên ji gotina wî nas dike.
-Tu nikanî bi kerekî kerîtiya wî bidî qebûlkirin.

-Ker dimre jê dimîne semer(kurtan), însan dimre jê dimîne eser.

-Kerê min memre, bihar tê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE