02 november 2023

Tevgerên çep antîsemît in

Belkî ji sedî yekê çepên dinyayê jî alîkariya bi Hamasê ra, bi filistînîyan ra dikin ji kurdan ra, ji PKKê ra nakin.

Temamê çepên dinyayê wek çepên tirk pro-filistînî ne û li dijî Îsraîl in.

Çimkî hereketên çepên dinyayê jî wek çepên tirk antîsemît in, dixwazin Îsraîl hilweşe.

Lema bi dil û can hevalên Hamasê ne, ji bo filistîniyan wek mûriyan dixebitin.

Lê alîkariya kurdan nakin, naxwazin Tirkiye "perçe" bibe, Kurdistaneke serbixwe çê be. Hêzên çep ji tevgerên terorîst, îslamî hez dikin.

Li Ewrûpayê tevgerên çep abûqat û berdevêkên hêzên îslamî ne, tim wek şûr li pişta hêzên îslamî ne; di civatê da mewziyên wan tim pêş da dibin.

Kî rexneyeke herî biçûk li hereketên îslamî bigire, tevgerên çep tavilê mohra ”îslamîfobîtiyê” lê dixin.

XXX

Serokê partiya gurên har Devlet Bahçelî li alîkî dibêje piraniya parlamenterên HEDEPê kurdî nizanên, li aliyê din jî nahêlin yên bi kurdî zanin bipeyivin. Mîkrofonê digrin, wek guran dizûrin, nahêlin xatib axaftinên xwe bikin.

Xwedê kesî neke torra tirkan. Belake mezin di me gerîyaye.

XXX

Tirkiyî û Îranê terorîstên Hamasê perwerde kirin û dûra ev qetlîama mezin bi wan dan kirin.

Nuha jî Îran û Tirkiye agirbestê ji Îsraîl dixwazin.

Yên şerxwaz hûn in, we şer derxist. We baş zanîbû piştî qetlîamake hewqasî mezin, Îsraîl ewê wiha bike, hetanî Hamasê teslîm negire nasekine.

Hûn ne dostê filistîniyan e, hûn dostên wan bûna we yê nehîşta Hamas dînîtiyeke wiha bike.

Ma hêzeke kurd li hemberî tirkan qetlîameke wiha bikira Tirkiyê rawestiya?

Dostê kêmaqil riya xerab bi ber hevalê xwe dixîne.

Sûcdarên vê tirajediya hatiye serê Îsraîl û filistîniyan bi qasî Hamasê hûn in, Tirkiye û Îran e.

Tirkiye û Îranê alîkariya êrîşê nekirana Hamasê bi îmkanên xwe nikanîbû tiştekî wiha bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE