02 november 2023

We zanîbû bedelê wê qetlîama mezin jî ewê mezin be


Tirkiyî û Îranê terorîstên Hamasê perwerde kirin û ev qetlîama mezin bi wan dan kirin. 

Sûcdarên vê trajediya mezin Tirkiye û îran e, ne tahrîk, teşwîqa û alîkariya wan bûya Hamasê nikanîbû êrîşeke hewqasî mezin li hev ragire.

Nuha jî wezîrên karên derve yên Îran û Tirkiye agirbestê ji Îsraîl dixwazin. Dibêjin bisekine.

Yên şerxwaz hûn in, we şer derxist.We baş zanîbû piştî qetlîamake hewqasî mezin, Îsraîlê jî wiha bike, hetanî Hamasê teslîm negire nasekine.

Hûn ne dostê filistîniyan e, hûn dostên wan bûna we yê nehîşta Hamas dînîtiyeke wiha bike.

Ma hêzeke kurd li hemberî tirkan qetlîameke wiha bikira Tirkiyê rawestiya?

Dostê kêmaqil riya xerab bi ber hevalê xwe dixîne.

Sûcdarên vê tirajediya hatiye serê Îsraîl û filistîniyan bi qasî Hamasê hûn in, Tirkiye û Îran e.

Tirkiye û Îranê alîkariya êrîşê nekirana Hamasê bi îmkanên xwe nikanîbû tiştekî wiha bike.

XXX 

Salihê Kevirbirî ev rismê metroya Stenbolê parve kiriye û gotiye:

”Li Stenbolê di metrobûsê da merivek tenê garantîya wî ya rûniştinê heye, şufêr e.”

Bajarekî wiha meriv lê najî. Jiyana li bajarekî wiha meriv merezarî, kezebreşî dike.

Tirk li ku, urbanîzim li ku !

XXX

Serokê partiya gurên har Devlet Bahçelî li alîkî dibêje piraniya parlamenterên HEDEPê kurdî nizanên, li aliyê din jî nahêlin yên bi kurdî zanin bipeyivin. Mîkrofonê digrin, wek guran dizûrin, nahêlin xatib axaftinên xwe bikin.

Xwedê kesî neke torra tirkan. Belake mezin di me gerîyaye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE