02 november 2023

Kurdistana Başûr hêdî hêdî dibe welatê ereban

Arif Qurbanî li ser guhertina demografiya Kurdistna Başûr nivîseke pir girîng nivîsîye.

Kurdistana Başûr gav bi gav, bi rehetî dikeve destê ereban.
Arif Qurbanî bi rengekî berbiçav nîşan dide serokên kurdan Kurdistanê hêdî hêdî didin ereban.

Ereb tên li Kurdistanê bi cî dibin û bi nufûsa xwe ya zêd demografiya Kurdistanê diguherin; kurd dibin hindikayî, ereb dibin piranî.

Çimkî her malbateke ereb ordiyek zarok çêdike, jin hetanî hişk dibin zarokan tînin.

Kurd jî him roj bi roj kêm dibin, him jî ji Kurdistanê koç dikin.

Yanî Kurdistanê ji ereban dihêlin. Serokên kurd jî li vê guherîna demografiya Kurdistanê temaşe dikin.

Tirk demografiya Kurdistanê bi darê zorê diguherînin, ereb jî bi koça xwe û bi fabrîqeyên zarokan dibin xwediyên Kurdistanê.

Ereb koçî ku derê bikin piştî çend nifşan dibin piranî û wî erdî, wê herêmê, wî bajarî dikin yê xwe.

Mûsil bi vî hawî kirin yê xwe. Nuha jî dora Kerkûkê, Hewlêrê û tevayiya Kurdistanê ye.
Ereb bi saya vê fabrîqa zarokan bûn xwediyê 22 dewletan.

Berê li herêma Hîcazê, Yêmenê hebûn. Lê bi belavbûna îslamê ra, çûn ku derê, ew der bû ya wan.
Piştî çend salên din li Kurdistanê ereb di piraniyê da ne.

Dirêjiya Xezayê çar mîl e, berayiya wê jî mîlek e. Di vê şirîta biçûk da meriv dibêje belkî zarok barîne. 

Bi nanê Neteweyên Yekbûyî û xêrata hin welatên Ewrûpa dijîn, lê jinên ereb dîsa jî wek fabrîqeya zararokan in.

Nabêjin emê van zaroka çawa xwedî bikin?
Çimkî hedefa wan bi nufûsa xwe Îsraîl bifetisînin, ji navê rakin.

Li Kurdistanê jî hedefa ereban eynî ye. Serokên me kurd jî ketine derdê pereyên tala dikin, li hemberî vê felaketa mezin tedbîrekê nagirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE