03 november 2023

Hin însan wek marqeyên sexte ne

Bawer bikin hin însan wek marqeyên sexte, wek zêrê sexte ne; çi ne, ne çi ne, di bin ra hevalên dijmin in, ne hevalên dij min in bi wextê ra, piştî hin rûdanan raxuya dibe.

Hin hedîsa maskeyên wan ên miletperweriyê dixîne, ruyên wan ê rastîn derdixîne ortê.
Lê heta wê çaxê jî gelek însan bi demagojiyên wan dixapin, ji wan hez dikin, qedir û qîmetê didin wan.
Li vê dinyayê tiştê herî zahmet başnaskirina însên e. Heta meriv nas dike hasil diçe mûsil.

XXX

22 dewletên ereban hene, dîsa jî Neteweyên Yekbûyî û dewletên dinyayê hemû piştgiriyê didin dewleteke filistîn a serbixwe.

Em kurd herî kêm 40 milyon in, li dinyayê dewletek jî piştgiriyê nade kurdistanke serbixwe.

Hereketên filistînî li hemberî Îsraîl çi terorê bikin jî dinya dev ji piştgirî û xwedîkirina filistîniyan bernade.

Dibê her kurd, rast, çep, dîndar, îslamî vê pirsê ji xwe bike:

-Tiştê dinya, Neteweyên Yekbûyî ji bo filistîniyan dixwazin çima ji bo me kurdan naxwazin, çima wî mafî layiqî me nabînin?

XXX

Hin siyasetmedarên kurd wek sîleha xerabe ne, roja hewce dike naxebite û dibe sebê kuştina xwediyê xwe.
Hin siyasetmedarên me jî roja dibê ew azadî û serxwebûna welatê xwe bixwazin, ji bo wê bixebitin, bûne hevalên hêzên dijmin û dewleta dagirker.

XXX
Hin însan qedrê xwe nizanin, bi destê xwe, bi devê xwe, bi qelema xwe, xwe biçûk dixînin. Hin tiştên ew pir mezin dibînin û pê xwe mezin dikin, di eslê xwe da zirarê dide şexsîyeta wan. Her kes ji aqilê xwe razî ye.

XXX

Dilê ji bo azadiyê lênede
ne tu dil e
kurdê Kurdistanê nexwaze
kurdekî kêmaqil e
dilê bi rastî dil be
ji bo azadiyê ewê tim kil be
kurdê bi rastî kurd be
Kurdistana azad ewê tim li dil be

2013-11-10

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE