04 november 2023

Hedefa Hamasê qirkirina cihûyan e

Berpirsiyarê Hamasê yê bi navê Gazî Hamad li ser êrîşa Hamasê ya 7ê cotmehê da di Telewîzyona Memrî ya erebî da gotiye:

”Êrîşa 7ê cotmehê destpêk e. Dibê em dersekê bidin Îsraîl. Emê viya tim dubare bikin. Tofana Aksa tenê ya yekê ye. Ya duduya, ya sisêya, ya çara jî ewê bibe.
Çimkî ji bo çareseriya meselê  baweriya me û kapasîta me ya herbê heye.”

Hamas ev hov û cinawar e, ji xwînê, ji kuştinê têr nabe.Dibêje emê qetlîamên wiha tim bikin, ev destpêk e.

Hebûna merivên wiha ji bo însaniyetê talûkeyeke mezin e. Bi kesên wiha ra Îsraîl nikane tu meseleyê çareser bike; ya ewê yahûdiyan qir bikin, Îsraîl hilweşînin ya jî dibê Îsraîl Xezayê ji van keftaranpaqij bike.

Gazî Hamad rast gotiye, ereb roja bikanibin yahûdiyan qir bikin, Îsraîl têk bibin, ewê texsîr nekin, ewê bi dilxweşî bikin.

XXX

Serê rojan bû her kes li bende beyana serokê Hizbullaha Lubnanê Hassan Nasserallah bû. Egîdê îslamî do kerem kir peyivî.

Gelek kes ditirsiya, digot ewê agir bera erdê de, ewê li Îsraîl kevir li ser kevir nehêle.

Lê pûç derket.

Wek dîkê eloka xwe hinekî gij kir, bûye uleula wî, çend fortên vala da xwe û hew.

Meriv kane bibêje Hizbullahê jî wek tirkiyê û Îranê Hamas firot. Esas hevsarê serokê Hizbullahê di destê Îranê da ye, heta Îran emir nede, ew nikane tiştekî bike.

Îran jî zane ew zêdegaviyekê bike amerîkayê lêxîne.

Hassan Nasserallah di axaftina xwe da ji tirsa, xwe ji êrîşê 7ê cotmehê bêrî kir, got têkiliya me bi êrîşê tuneye, her tişt sedîsed filistîniyan kir.

Heger Îsraîl midaxeleyî Lubnanê bike ewê bersîvê bidin Îsraîl.

Û wek hertim dîsa gef li Amerîkayê xwariye.

Hûn nikanin tu jahrê jî belav bikin. tiştê hat serê filistîniyan ewê were serê we jî.

Pêlewanê derewîn gotiye heger Amerîka li Lubnanê êrîşê me bike, emê Amerîkayê poşman bikin.

Tirkiyê, Îranê û Hizbullahê bi alîkariya Hamasê mala filistîniyan şewitandin, nuha jî giş bi leqleqên vala demagojiyê dikin.

Hevalên kesên wiha tim poşman in, tim ebe bi serî da ne

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan mêrik çi dike tim jê ra dimîne. Halan di Hamasê hilda, terorîstên wê perwerde kirin, bûn sebebê vê felaketa mezin. Nuha jî li mala xwe rûniştiye û dixwaze Îsraîl şer rawestîne.

Ne ji fêsad û gelacan bûya trajediyek wiha mezin çênedibû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE